Ji Dêra Surg Dîgîn tenê dîwarên hilweşyayî mane!

  • 09:06 16 Çile 2021
  • Rojane
WAN - Dêra Surp Dîgîn a li navçeya Şaxê ye yek ji mînakên herî şênber a dewlemendiya dîrokî û çandî ye. Dêra dîrokî piştî talankirina defînegeran niha tenê dîwarên wê yên hilweşyayî mane.
 
Dêra dîrokî ya Surp Dîgîn ya li gundê Surp Dîgîn a navçeya Şaxê ya Wanê ye, niha tenê dîwarên wê mane. Dêr 83 kîlometre ji navenda bajar dure û du saet riya wê heye. Ligel xweşikahiya bi heybet a dêrê, Sulava Kanîspiyê jî ligel cih digire û li aliyê din jî despêka çemê Surtxîn jî li wir dest pê dike.
 
Dêr li ser bîranîna Dayika Meryem hatiye çêkirin
 
Li gorî çavkaniyan, Dêr di sedsala 7’emîn de hatiye çêkirin, di sedsala 9’emîn de jî hatiye berfirehkirin û di çavkaniyên Ermendiyan de ya ‘Hirîpsîme û çîrokên Azîzeyê de’ tê gotin ku dêr ji bo bîranîna Dayika Meryem hatiye çêkirin. Dêr di komkujiyên 1895 û 1915’an de hatiye talankirin û xwedî planeke gelek bi heybete.
 
Şêniyên navçeyê û koçeran wek axur bi kar anîne
 
Dêra ku piranî piştî yekemîn şerê cîhanê hat talankirin bi taybet ji aliyê defînegeran ve hatiye talankirin. Her wiha şêniyên navçeyê û koçeran jî wek axur bi kar aniye û niha tenê dîwarên hilweşyayî ji dêrê mane.
 
Li aliyê din qada ku dêr lê ye jî her tim karasetên wek lehî û hezazê lê diqewimin û dibe hedefa defînegeran.
Gundiyên Arkanîs yên ji ber polîtîkayên dewletê koçî gundê Surp Dîgîn kirine jî diyar kirin ku xaniyên ermeniyan li dora dêrê çêkirine jî hilweşya ne û xaniyên hilweşya ne ji nû ve çêkirine û lê bi cih bûne.
 
Her wiha hat gotin ku Wezareta çandê di 2012-2013’an de biryara parastina dêrê girtiye lê tu tiştek nehatiye kirin.