'Gel qeyûm hilnebijartiye, deng nedayê'

  • 09:05 16 Çile 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevşaredara Colemêrgê Remziye Yaşar a qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, piştî vê hat girtin. Dayika Remziyeyê, Mehsîma Yaşar wiha got: "Gel keça min hilbijart.Lê qeyûmê hatiye tayînkirin gel deng nedayê, hilnebijartiye."
 
Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de li Gever a Colemêrgê Remziye Yaşar û Îrfan Sari hevşaredar hatin hilbijartin û 6 meh şûnde di 15’ê cotmeha 2019’an de li Enqereyê hatin binçavkirin û di 17’ê cotmehê de hatin girtin. Remziye piştî hat girtin şûnde surgunê girtîgeha înfaza Cezaya Girtî ya Jinan a Xarpêtê hat kirin. Rûniştina yekemîn di 4’ê Sibata 2020’an de hat dîtin û her çiqas ji Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê biryara tahliyeyê derketibe jî, 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê biryara tahliyeyê xera kir. Dayika Remziyeyê, Mehsîma Yaşar der barê girtina Remziyeyê de axivî.
 
'Dadgeh jî tu sûcî nabîne'
 
Mehsîmayê daxuyakirin ku Remziye salek û 4 mehe girtiye û doz her tim tê taloqkirin û wiha pê de çû: "Remziye bi dengên gel hat hilbijartin û bû hevşaredar. Ji heman dosyayê kesên dihatin darizandin niha hemû li derve ne û keça min tenê girtiye. Ez dixwazim keça min jî bê berdan. Bila li derve bê darizandin. Dadger û dozger jî dizanin sûc tune ye. Ji ber dadgeh jî sûc nabîne. Di her rûniştinê de dibêjin îfadeya şahidê veşarî heye."
 
'Gel qeyûm hilnebijartiye'
 
Mehsîmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku edalet bê bandor maye, li vî welatî ne edalet, ne kanûn û ne jî hiqûq heye. Mehsîmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gel qeyûm hilnebijartiye. Deng nedayê. Tenê kesekî hatiye tayînkirinê ye. Bêyî sedem rûniştinan dikin û her tim taloq dikin. Gelo wateya vê çi ye?Ev neheqiye, em vê qebûl nakin."
 
Mehsîmayê rûniştina Remziyeyê ya ku wê di 26’ê Sibatê de pêk bê bi bîr xist û banga piştevaniyê kir û daxwaz kir ku keça wê bê tehliyekirin.