'Bihayên zêde bûne bandorê li ser sewalkariyê dikin'

  • 09:04 16 Çile 2021
  • Rojane
WAN - Welatiyên li gundê Karpuzalan ku debara xwe bi sewalkariyê dikin diyar kirin ku ji ber bihabûna êmê sewalan zahmetiyan dikişînin.
 
Li herêmê ku çavkaniya debarê sewalkariye, wê jî para xwe ji krîza aborî girt. Welatyên debara xwe bi sewalkariyê dikin ji ber bihabûna êmê sewalan rojên zehmet derbas dikin. Welatî êdî nikarin sewalan xwedî bikin û dema ku dixwazin sewalên xwe bifroşin jî newêrên yekem çavkaniya debara xwe winda bikin. Jinên li gundê Kapuzalan ê Îpekyol a Wanê tiştên ji ber krîza aborî dijîn vegotin.
 
‘Ez difikirim ku sewalên xwe bifroşim’
 
Nazli Tamverdî balkişand ser bihabûna êm û da zanîn ku ew tenê dikarin 3-4 dewaran xwedî bikin û got: “Em bi şîrê sewalên xwe debarê dikin. Sewalên min kêm in. Em nikarin zêde bigirin. Ji ber ku xwedîkirina wan zehmet e. Êm pir bihaye. Ji ber vê gelek kes neçar ma sewalên xwe bifroşin. Tona kayê li gorî kalîteyê wê di navbera hezar û 2 hezar de diguhere. Ev jî tenê çend rojan têrê dike. Ji ber vê zêde nikarim sewalan xwedî bikim û carna difikirim ku bifroşim lê em neçarin ku xwedî bikin. Ji ber derfetek me ya din a kar tune ye.”
 
‘Êm biha ye’
 
Esmer Tamverdî jî daxuyakirin ku sewalkerî ji ber krîza aborî kêm bûye û êdî nikarin sewalan xwedî bikin û ev tişt anî ziman: “Çavkaniya debara me tenê sewalên me ne. Em şîrê xwe difroşin mandrayê. Em wisa debera xwe dikin. Çewalek êm 50 TL ye. çewalek ceh 130 TL. Em nikarin bikirin. Berê sewalkarî hêsantir bû.”
 
‘Zivistanê lêçûn zêde dibe’
 
Fehîme Yureklî jî anî ziman ku erdên xwe firotine û pê sewal kirîne lêniha ji ber krîzê gelek zehmetiyan dikşînin û wiha pê de çû: “Dewlet piştgiriyê nade. Xwedîkirina sewalan zehmete.Dem bi dem ez dibêjim ez bifroşim. Lê derfetê kar tune em neçarin bidomînin. Zivistanê lêçûna sewalan zêdetire. Em tonek ka bi hezar TL dikirin û ew jî demek kurt têr dike.”