'Polîtîkayên qirkirinê li dijî dergûşa şaristaniyê tên kirin'

  • 09:02 16 Çile 2021
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin nirxand. Madlênê da zanîn ku armanca êrîşan têkbirina şoreşa jinê û valaderxistina projeya Netewa Demokratîk e.
 
Li dijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rojane pilan û siyaseta qirkirin û têkbirina projeya Netewa Demokratîk ku ji gelê herêmê re wekî sîwanekê ye, tên kirin. Êrîşên ku ji 2013'an de ji aliyê Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê ve li dijî gelê herêmê pêk hat, rastî berxwedaneke bêhempa hat. Bi hêz û îradeya şervanên YPJ/QSD'ê êrîş hatin têkbirin. Piştî têkbirina DAIŞ'ê, dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêma Efrînê da destpêkirin. 
 
Piştî vekişandina Hêzên Koalîsyonê ji Serêkaniyê û Girê Spî, di 9'ê Cotmeha sala 2019'an de dewleta tirk bi hevpeymaneke bi Emerîkayê re, dest bi êrîşên xwe yên hewayî û bejahî kir. Piştî berxwedaneke ku wîjdanê mirovahiyê hejand, dewleta tirk herdû bajar û bi sedan ji gundewarên wê kir bin kontrola xwe. Êrîşên dewleta tirk komên girêdayî wê, ev zêdetirî du mehan e li dijî navçeya Til Temir û Zirganê zêde bûne. Tevî topbarana gundewarên herdu navçeyan û topbarana Barageha Rûsiyayê, lê tu helwest ji aliyê Hêzên Rûsyayê ve ku weke garantora herêmê ye, derneketiye. 
 
Têkildarî vê mijarê Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd, nirxandin kir û ji me re parve kir.
 
'Polîtikayên qirkirinê li dijî dergûşa şaristaniyê tê kirin'
 
Madlênê girîngiya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û got: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, îro bi siyaseta guhertina demografiya herêmê dewam dike. Ji ber ku Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bûye dergûşa şaristaniya mirovahiyê, çavkaniya avê û şoreşa çandiniyê ye. Lewra polîtikayên qirkirinê li dijî dergûşa şaristaniyê tê kirin. Her kes li dijî dewlemendiya xaka Sûriyeyê polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê herêmê didin meşandin. Erdogan bi dagirkirina xaka Sûriyeyê re hewl dide ku împeratoriya Osmanî ji nû ve zindî bike. Siyaseta guhertina demografîk a li herêmê û bicihkirina malbatên çeteyan a li warên sivîlên resen yên wê axê, sûcekî pir giran e, lê qada navneteweyî di vî warî de pir bêdeng dimîne."
 
'Hêzên Rûsyayê li dijî êrîşan bê deng in'
 
Madlênê qala helwesta Rûsyayê ya li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê kir û wiha domand: "Hêzên Rûsyayê li hember êrîş, dagirkerî û topbarana ku li navçeya Eyn Îsa û Til Temirê pêk tên, bi erkê xwe ranabe. Beriya çend rojan jî barageha Hêzên Rûsyayê hatiye topbarankirin, lê dîsa tu helwest ji aliyê hêzên Rûsyayê ve nehatiye nîşandan. Eger îro hêzeke wekî Rûsyayê nikaribe xwe ji topên çeteyên dewleta tirk biparêze, çawa garantoriya hevpeymanê dike û erkê parastina gelê herêmê hilgirtiye ser xwe. Yek ji armancên van êrîşan ew e ku yekîtî û hevgirtina neteweyî gelê herêmê têk bibe."
 
'Armanca êrîşan têkbirina şoreşa jinê ye'
 
Madlênê di axaftina xwe de anî ziman ku armancên êrîşan têkbirina şoreşa jinê û valaderxistina projeya Netewa Demokratîk e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jina ku pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir, îro dibe hedefa êrîşkaran. Ji ber wê jî di qetilkirina Hevrîn Xelef de, dewleta tirk xwest ku nameyekê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ragihîne. Di heman wextê de projeya Netewa Demokratîk a ku hemû netewan di hundirê xwe de hembêz dike, têk bibe. Projeya me li dijî sîstemên desthilatdar e, lewra êrîş di asta yekemîn de wê hedef digire."
 
'Li hember planên qirkirinê gel xwe bi rêxistin dike'
 
Madlênê destnîşan kir ku pêkhateyên kurd, ereb û xiristiyan li herêmê di nava pêlên dîrokê de rastî pir komkujiyan hatine û wiha dom kir: "Armanca dewleta tirk a dagirker a êrîşên li ser herêmê pêk tîne, ew e ku gelê ku dîrok û şaristana xwe ji windabûnê parastin qir bike. Dewleta tirk dixwaze ku komkujiyên hîn mezintir derheqê herêmê de pêk bîne, xakê dagir bike û desthilatdariya xwe ferz bike. Lê îro ji zarokên 7 salî heta pîr û kalên 70 salî xwe di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de kûr kirine û xwe diparêzin."
 
'Komployek nû heye'
 
Madlênê teqez kir ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke nû heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî şoreş û rêxistinbûyîna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komployeke ku hevgirtina gelan têk bibe, heye. Bêdengiya civaka navneteweyî li hember êrîşên ku li dijî herêmê pêk tên, teqez dike ku komployeke mezin heye. Em ê bi vîn û têkoşîna Sakîne Casiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, dagirkeriyê têk bibin."