ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 16 Çile 2021
  • Rojev
*Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin nirxand. Madlênê da zanîn ku armanca êrîşan têkbirina şoreşa jinê û valaderxistina projeya Netewa Demokratîk e. DÎMEN HEYE
 
*Welatiyên li gundê Karpuzalan ku debara xwe bi sewalkariyê dikin diyar kirin ku ji ber bihabûna êmê sewalan zahmetiyan dikişînin. DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Colemêrgê Remziye Yaşar a qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, piştî vê hat girtin. Dayika Remziyeyê, Mehsîma Yaşar wiha got: "Gel keça min hilbijart.Lê qeyûmê hatiye tayînkirin gel deng nedayê, hilnebijartiye." DÎMEN HEYE
 
*Dêra Surp Dîgîn a li navçeya Şaxê ye yek ji mînakên herî şênber a dewlemendiya dîrokî û çandî ye. Dêra dîrokî piştî talankirina defînegeran niha tenê dîwarên wê yên hilweşyayî mane. DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Hesekê Celîla Mele Elî teqez kir ku êrîşên li ser Eyn Îsayê komployek navneteweyî ya bi pêşengtiya Rûsyayê ye û wiha got: "Êrîşên ku li dijî Eyn Îsayê pêk tên, encamên hevpeymanên veşartî ne. Bi van hevpeymanan û komployê qirkirin û guhertina demografîk tên kirin û pergala Netewa Demokratîk hedef tê girtin." DÎMEN HEYE
 
*Esnafên jin ên Mêrdînê li dijî qeyrana aborî bertek nîşandan û gotin: "Rewşa me ya aborî her ku diçe xirabtir dibe. Li derdora me bi sedan esnaf dikanên xwe girtin. Di rewşa niha de xizan xizantir dibin. Divê polîtîkayên aboriyê werin pêşxistin.” BI DÎMEN
 
*Endama SKM’ê Yaren Tuncer bertek nîşanê operasyona siyasî ya li hember ESP’ê pêk hatiye da û got: “Heta ku ev şîdeta dewleta faşîst burjuva bidome, em ê jî li pêş wan li ser piyan bisekinin. Hêza ku wan têk bibe jî şoreşger û sosyalîstên bi îrade ne.” 
 
*Têkildarî salvegera êrişên li ser Efrînê ew ê li Şehbayê meşa Malbatên Şehîdan bê lidarxistin. (11.00)
 
*Ew ê li dijî êrişan li Şehbayê meş bê lidarxistin. (13.00)
 
*Ji bo salvegera damezrandina Kongreya Star ew ê li Qamişloyê şahî bê lidarxistin. (10.00)
 
*Li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê ew ê li Eyn Îsayê meş bê kirin. (12.30)
 
*Ew ê têkildarî salvegera Kongreya Star de li Eyn Îsayê şahî bê lidarxistin. (11.30)