'Bi berxwedana jinên êzidî dê planên qirêj têk biçin'

  • 16:17 15 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - TAJÊ, di çarçoveya plansaziya sala nû de li gundê Guhbelaya Şengalê civîna jinan li dar xist û di civînê de bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûna jinan. Jinan di civînê de gotin: "Ji bo jiyanek azad divê ked bê dayîn û divê jin bi hev re rabin ser piyan û bi hev re têbikoşin." 
 
Bi dest pê kirina sala nû re Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li gundên Şengalê dest bi civînan kirin. Tê armanc kirin ku li hemû gundan civîn bê lidarxistin. Îro civîna duyem li gundê Guhbela Şengalê hat lidarxistin. Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Rîham Hico, endama Kordînasyona Yekitiya Ciwanên Êzidî Sara Şengalî û endama TAJÊ Pakîze Celal tevlî civînê bûn. 
 
'Li hemberî êzidiyan planên qirêj tê meşandin'
 
Rîham, di civînê de bal kişand ser planên ku li hemberî Şengalê tê meşandin û got: "Hûn tev dizanin ku rewşa me ya beriya fermanê çawa bû lê piştî fermanê me dît ku ger em xwe birêxistin nekin û neparêzin hêzên dervê nikarin me biparêz in. Ger niha li Şengalê planên qirêj bi ser neketine yek sedema wê heye ew jî sekena bi hêz ya jinên Şengalê ye. Me ev yek bi rêxistinbûna pêk hat, bi sazî û dezgehên xwe yên civakî û leşkerî pêk hat. Niha dayik û jinên ciwan dikarin xwe biparêz in. Lê belê ev yek terê nake. Divê tevahî jinên êzidî xwe birêxistin bikin. Em reşa jinên başûrê Kurdistanê dibînin, li wir polîtîkayên pir qirêj yên PDK’ê tên meşandin. Ev jî tê wê wateyê divê tevahiya civaka êzidî vegerin ser axa xwe. Bi taybetî jî xelkê me yên li wargehan dimînin." 
 
'Em ji bo jiyanek azad kedê didin'
 
Sara jî di civînê de ser rewşa jinên ciwan ên li Wargehên Başûrê Kurdistanê dijîn rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Pêdiviya wan ciwanan bi rêxistinê heye. Em weke ciwanên Şengalê ji bo rewşa ciwanên li wargehê gelek bi hêrsin. Ji ber ku em di ferqa van planan de ne. Yekane rêya rizgarbûna ji van bûyeran xwe bi rêxistin kirine. Ger ciwanên li kampan vegerin warên xwe û xwe bi fikrê Rêber Apo xwe perwerde bikin wê demê em ê ne bi mirinê, em ê ji bo avakirina jiyana azad kedê bidin û têbikoşin." 
 
'Divê em bi hev re rabin ser piyan'
 
Pakîze, diyar kir ku ji bo jinan tişta herî girîng jî rêxistinbûne û wiha dom kir: "Li gor berê jinên êzidî gavên gelek mezin avêtin. Berê jin nedikarin derkevin derveyî mal. Her tim bi zextên meran re rûbirû diman. Niha gelek tişt guherî. Lê em niha bi hev re rabin ser piyan em dikarin gelek tiştan bikin. Her wiha divê em xwedî li keda zarokên xwe yên şehîd ketine derkevin. Divê jin xwe birêxistin û perwerde bikin."