'Kongreya Star li ser bingeha hevjiyana azad têdikoşe'
- 15:58 15 Çile 2021
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 16'emîn salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star şahiyek li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
16'emîn salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star, li bajarê Hesekê bi beşdarbûna endam û saziyên civaka sivîl bi şahiyekê li hola Reşo hate pîrozkirin.
'Kongreya Star mîrateya berxwedan û têkoşînê ye'
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa 16'emîn salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star li tevahî jinên cihanê pîroz kir û wiha domand: "Avabûna Yekîtiya Star ji bo tevahî jinên cihanê bi taybet jinên ji Rojavayê Kurdistanê gavek serkeftî bû. Jinan bi nasnameya Yekîtiya Star kar û xebat didan meşandin, paşê karên xwe berfirehtir kirin û veguherîn Rêxistina Kongreya Star. Rêxistina Kongreya Star ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîrateya berxwedan û têkoşînê ye."
'Kongreya Star li ser bingeha hevjiyana azad têdikoşe'
Endama Rêveberiya Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka teqez kir ku Kongreya Star ji bo guhertina hişmendiya civakê xwedî rolek pir girîng e û wiha pê de çû: "Em damezrandina Kongreya Star li tevahî jinan pîroz dikin. Hêzên desthilatdar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dixwazin hişmendiya civakê bi rê ve bibin û bi taybet jinê armanc digirin. Lê Kongreya Star xwedî rolek pir girîng a di guhertina hişmendiya civakê de girt ser milê xwe û bû bersiva êrîşên hêzên desthilatdar. Her wiha li ser bingeha hevjiyana azad têdikoşe."
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.