Li Amedê li dijî binçavkirinan bertek hat nîşandan

  • 15:50 15 Çile 2021
  • Rojane
 
AMED - Di daxuyaniya têkildarî binçavkirina 48 endamên ESP'ê hat dayin de hat ragihandin ku divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan. 
 
Duh di saetên şevê de li 12 bajaran polisan bi ser mal û rêxistinên ESP’iyan de girtibûn û Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî di nav de 48 kesan binçav kiribûn û gelek amûrên li mal û rêxistinan jî desteser kiribûn. 
 
Rêxistina Partiya Sosyaslîst a Bindestan (ESP) a Bajarê Amedê, bi armanca şermezarkirina van binçavkirinan li Parqa Xezal a Yenîşehîrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîstên Kurdistanê (KKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hêza we têr nake, em ê qezenç bikin” hat vekirin û tim dirûşmên “Li dijî faşîzmê em mil bidin hev” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
Di daxuyaniyê de Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkirin axivî û diyar kir ku wê operasyonên desthilatê yên li dijî muxalefetê bê encam bimînin û bang li muxalefetê kir ku têkoşîneke hevpar bidin. 
 
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku armanca êrişa li dijî ESP’ê hevserokatiyê û hemû jinan e. Ayşe, êriş şermezar kir û banga tekoşînê kir. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî","ESP hêvî ye" bi dawî bû.