Li Şehbayê ji bo damezrandina Kongreya Star daxuyanî hat dayîn

  • 15:39 15 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Bi boneya salvegera 16'emîn a damezrandina Rêxistina Kongra Star, Endam û Rêveberiyên jin ên herêma Efrînê li kampa Berxwedan a Şehbayê daxuyanî dan.
 
Bi boneya damezrandina Kongreya Star, Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi beşdarbûna, endam û rêveberiyên jinê, li wargeha Berxwedanê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Ferîde Îbo ve hat dayîn.
 
Ferîde damezrandina Kongreya Star li hemû jinên kurd pîroz kir û wiha got: "Em damezrandina Kongreya Star li tevahî jinan, bi taybet jinên kurd pîroz dikin. Hebûn û tevlîbûna jinan a ji bo Kongreya Star ji bo her jinekê şopandina rêya azadiyê ye. 15 sala kar û xebatên me ji bo rizgarkirina jinan û avakirina civaka demokratîk û wekhev bû. Ruxmê hemû astegiyên pergala mêrperest û dagirkeran Kongreya Star rêxistinbûna xwe domand. Kongreya Star li ser esasê fikrê azadiya jinê ya ku Rêber Apo derxistiye meşiya û her ku çû xurtir bû. Kongreya Star ji bo rûxandina pergala Îmraliyê wê her têbikoşe. Her em ê li ser şopa Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Barîn û bi hezaran têkoşerên ku ji bo azadiya jinan xebat kirine bimeşin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî.