Kongreya Star salvegera damezrandina xwe li Til Temirê pîroz kir
- 15:29 15 Çile 2021
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi beşdarbûna bi dehan jinên navçeya Til Temirê û dayikên pakrewanan, Kongreya Star salvegera damezrandina xwe ya 16'emîn pîroz kir.
Kongreya Star îro salvegera xwe ya 16'emîn li Til Temirê pîroz kir. Kongreya Star a ku bûye sîwana hemû jinên Rojavayê Kurdistanê, îro bi şahî û daxuyaniyan salvegera xwe pêşwazî dikin. Bi vê boneyê Kongreya Star a navçeya Til Temirê jî, îro bi beşdarbûna dehan jin û dayikên pakrewanan, li saziya Malbatên Şehîdan salvegera xwe ya 16'emîn pîroz kir.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pekrewanên azadiyê re, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir axivî.
Gulîxan salvegera li tevahî jinên têkoşer û pakrewanên ku di rêwîtiya azadiya jin û civakê de canê xwe feda kirin, wekî Hebûn, Zehra û Emîneyê pîroz kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li beramberî şerê heyî, hişmendiya mêr û hemû zehmetiyan me dîsa jî dikarîbû, heya radeyeke pir baş jinan bi rêxistin bikin. Kongreya Star a ku li ser asta cîhanê deng vedaye û bûye îlham ji gelek welatan wekî Efganîstanê, cihê şanaziyê ye û asta bandora xebatên jinê, dide diyarkirin. Lewra îro yekîtî û hevgirtina jinên Rojava dibe îlhama jinên cîhanê."
Piştî axaftinê dayikên pakrewanan pasta ku amade kiribûn, birîn û li beşdaran belav kirin.
Paşê li ber stranên kurdî, jinan govend gerandin.