Li Silopiyê ji bo grevên birçîbûnê banga hişyariyê

  • 15:14 15 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya navçeya Silopiyê, derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî da û bang kir ku daxwazên girtiyan demildest bi cih bînin. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr jî da zanîn ku bêdengî bi xwe re mirinê tîne. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin li ber avahiya xwe daxuyaniya da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), malbatên girtiyan û rêveberên HDP'ê yên navçeya Silopiyê û Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê de pankarta “Tecrît sûcê mirovahiyê ye, bila tecrîd bi dawî bibe” hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’ê ya navçeya Silopiyê Kadîr Kunur ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku binpêkirina mafên girtiyan a li girtîgehên Tirkiyê rewşekî ne nû ye û wiha hat gotin: “Bi sala ne ji ber nasnameyên xwe gelek kes di girtîgehan de tên girtin. Azadiya wan ji destê wan hat girtin jî têr nake, şert û mercên girtîgehan giran kirine û  mafên girtiyan tê binpêkirin. Em wek partî bi daxuyaniyan bal dikişînin ser grevên birçîbûnê. Li dijî binpêkirina mafên girtîgehan me hikûmetê hişyar kiribû. Lê belê hikûmet wekî ku ev rewş ne li vî welatê tê jiyîn tev digere. Li dijî binpêkirina mafên girtiyan, qirkirinên siyasî ên li dijî jin û ciwanan tê terorîze kirin û greva birçîbûnê dane destpêkirin. Greva birçîbûnê îro 50 roj in berdewam dike.”
 
‘Daxwazên wan daxwazên me ne’
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku beriya binpêkirina mafên girtîgehan bigihîje asta herî jor divê daxwazên girtiyan bi cih bê û wiha diyar kirin: “Ev êdî ne bi tenê pirsgirêka girtîgehan e. Pêkanînên ku li dijî girtîgejan tê kirin li dijî hemû civakê tê pêk anîn. Ev rewşên ku li girtîgehan tên jiyîn bi taybetî bi pêvajoya darazê ve dest pê kir. Malbat nikarin bi zarokên xwe re nikarin hevdîtinê pêk bînin. Sirgûn kirin wek pêkanînekî cezakirinê êdî tê bikar anîn. Girtî di nav mehekî de sê caran tên sirgûnkirin. Ji ber ev rewş ku li girtîgehan tê jiyîn em hikûmetê hişyar dikin û bang dikin ku deng bidin dengê girtiyan. AKP li dijî girtîgeha Îmraliyê krîterên hiqûq û mafê mirovan nas nake. Hem rêzika xwe û hem jî rêzika navneteweyî tune dibînin. Tirkiye veguherandin girtîgehek mezin û dixwazin mirovan bê bêhn bihêlin. Li girtîgehan bi hezaran girtî li dijî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê kirine. Girtî dixwazin ku ev şert û mercên xirap bên guhertin. Daxwazên wan daxwazên me ne. Li hember vî bangawaziyê em ê bêdeng nebînin.”
 
‘Bêdengî bi xwe re mirinê tîne’
 
Piştre Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û wê jî destnîşan kir ku li girtîgehan bi awayek sîstematîk binpêkirina mafan tên jiyîn û wiha axivî: “Wek laboratûvarên tecrîdê li ser girtîgehan zext tên kirin. Dixwazin li ser hemû welatê vî pergalê bidin jiyîn. ÎHD’ê di derbarê grevên birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin raporek amade kir û di raporê de 107 girtîgehan bi hezaran girtî dest bi çalakiyê kiriye. Li girtîgehan gelek zêde binpêkirinên mafan tên jiyîn û ji ber vî yekî bedena xwe dan ber birçîbûnê. Heta ku em hebin em ê li hember vî bê hiqûqiyê bertekên xwe bînin ziman. Ji ber zagona înfazê hat îhlalkirin ev rewş tê jiyîn. Li hember vî bêhiqûqiyê em dixwazin hikûmet gav paşve bavêje. Bila dawî vî bêhiqûqiyê bînin. Li dijî kurdan di her qadê de êrîş tên kirin û vî jî dixwazin bi tecrîdê pêk bînin. Li ser girtiyan bi awayek kêyfî zext tên kirin. Tiştên girtiyan nayê dayîn û dest didin ser tiştên wan. Di girtîgehan de girtî di her aliyê de tên astengkirin. Pergala tecrîdê li ser gel rewa dibînin. Divê em bibin dengê girtiyan. Ew ji bo jiyanek azad û aştiyane bedelên giran didin. Divê hemû kes bibe dengê girtîgehan. Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Di her aliyê de êrîşê me dikin. Lê em ê li hember van êrîşan bêdeng nebînin. Ji ber vî yekî li ser girtiyan zext û zordariyan dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hat berzkirin ve bi dawî bû.