'Heta tecrît neyê şikandin em ê li qadan bin'

  • 14:19 15 Çile 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê bi wesîleya piştgirîdayîna grevên birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê da û got heta ku daxwaza wan neye cih ew ê li qadan bin û têbikoşin.
 
Çalekiyên Greva birçîbûnê yên li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dikin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo ku balê bikişîne ser çalekiyên greva birçîbûnê ku hatine destpêkirin li ber deriyê avahiya HDP’ê ya navçeyê daxuyanî da. Rêxistinên HDP’ê yên bajêr û navçeyê,Parlementera HDP’ê  ya Mêrdînê Ebrû Gunay, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û bi jimareke zêde malbatên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “ Tecrît Sucê Mirovahiyê ye, Ji tecrîtê re na” hatibû nivîsîn hate rakirin.
 
‘Bijî berxwedana zindanan’
 
Di serî de Dayika Aşitiyê ku di heman demê de dayika girtiyan e Nurê Tarlak axivî û wiha got: “Em dayik in. Em ji aşitiyê zêdetir tiştek naxwazin. Îro zarokên me ji bo tecrîda girankirî a li ser me hemûyan ketine greva birçîbûnê.  Ji bo ku girtî zerarê nebînin, ji bo ku aşitî çêbibe û tecrît were rakirin pêwîste em hemû dest bidin destê hev. Banga min ji dayikan  û ji hemû kesên bi wijdan re ye. Dengê girtiyan bibihîzin. Heta ku daxwaza zarokên me neyê cih ji em ê têbikoşin û em ê xwedî li daxwaza wan derkevin. Daxwa wan daxwaza me ye. Bijî berxwedana zindanan.”
 
’22 salin tecrîta girankirî tê meşandin’
 
Metna daxuyaniyê jî ji aliyê hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç ve hat xwednin û wiha hat gotin got: “Di sedsala 21’ê de di erdnîgariya ku em lê dijîn de parastina mafên xwe, meşandina siyaseta demokratîk û tenê aşitî xwestin dibe sedema bedelên giran. Ango dad jî û mafên muhalîfetê kirine bin piyan. Ji 15’yê Sibata 1999’an heta roja îro tecrît li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin.  Îro ji çalekiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîta girankirî ya li girtîgehên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tê meşandin di roja xwe ya 50’emîn de berdewam dike. Ji bo ku em piştgiriyê bidin çalekiya girtiyan em li vir amede ne. Pêwîst e ku rewşa girtiyan li ber berçavan were girtin û tecrîda li ser wan were şkandin.”
 
‘Mafên girtiyan tê binpêkirin’
 
Hêvîdar wiha berdewam kir: “Li girtîgehan binpêkirina mafan gihiştşye asta îşkence yê. Di aliyê tendirustî, derûnî  û ewlehiyê de girtî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Cezayên disiplînê bi awayek kêfî tên birîn û hevalên me di hucreyên yek kesî de tên girtin. Lêgerînên tazî tên kirin, mafên wan yên tendirusî û hevdîtinan tên asteng kirin. Nêzîkatiyên ku rûmeta mirov pê dişkînin tên kirin. Di nava tecrîdê de tecrît li ser wan tê meşandin. Geh di hundir de geh jî ji derve kesên muxalîif tên tecrîdkirin.”
 
‘Werin em bi hevre têbikoşin’
 
Hêvîdar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me ji hemû kesên muxalif re ye. Hemû bertekên civakî ji aliyê dewletê ve tên terorîzekirin. Dixwazin hemû civakan li gorî xwe bi teşe bikin  û wan bê nefes bihêlin. Ji ber vê sedemê jî em hemû girseya muxalîf vedixwînin têkoşîna demokrasiye. Werin em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin.”
 
‘Berxwedana jiyan e’
 
Parlementer Ebrû Gunay jî herî dawî mafê axaftinê girt û wiha got: “Grevên birçîbûnê di roja xwe ya 50’emîn d berdewam dikin. Em ji Nisêbînê bang li Tirkiyê, hemû gelên muxalif, bang li îqtidarê  û kesên demokrat dikin. Girtî 50 rojin di greva birçîbûnê de ne û 2 daxwazên wan hene. Ya yekem û sereke şkandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ew daxwaz dikin ku Tirkiyê qanûnan pêk bîne. Daxwaza duyemîn jî bi dawîanîna binpêkirinên mafên girtiyan e. Demek dirêje gef û îşkence li girtîgehan pêk tên. Ji ber pendemiyê jî  îqtidarê alîgirên xwe û hemû girtiyên adlî serbest berdan. Bi lez girtîgeh hatin valakirin, lê girtiyên sîyasî ne hatin berdan.  Li dijî wê hin girtin çêbûn. Ango gef û tundiya li ser wan hat zêdekirin. Îro ji bo em bibin dengê wan em amade bûn. Daxwa wan daxwaza me ye. Divê ku dawî li tecrîdê were anîn. Ji ber ku tecrît li hemberî demokrasiyê kelepçeyek e. Berxwedana wan berxwedana me ye.”
 
Çalekî bi diruşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan, "Berxwedan Jiyane” bi dawî bû.