'Rêxistina Kongreya Star mîrateya dîroka tevgera jinê ye'

  • 13:13 15 Çile 2021
  • Rojane
 
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Ismayil teqez kir ku Kongreya Star mîrateya dîroka tevgera jinê ye û got:"Armanca avakirina Kongreya Star civakeke wekhev û azad e. Kongreya Star ji bo parastina mafên hemû jinan hat damezrandin."
 
Bi armanca rêxistinkirina jinan û guhertina hişmendiya civakê Yekîtiya Star di sala 2005’an de hate damezrandin. Di kongreya 7’emîn de ya Yekîtiya Star, ji ber ku kar û xebat berfirehtir bû,  Yekîtiya Star veguherî Kongreya Star. Di nav de jî Komîteyên Kongreya Star ên Perwerde, Tenduristî, Kevana Zêrîn, Edalet, Qada Civakî, Parastina Jinê, Têkiliyên Dîplomasî, Aborî û Ragihandinê, hatin avakirin û rêxistinkirin.Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Bêrîvan Ismayil nirxandin kir û ji me re parve kir. 
 
'Rojên dîrokî nayên jibîrkirin'
 
Bêrîvan Ismayîl 16’emîn salvegera damezrandina Kongreya Star li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û da zanîn ku armanca Kongreya Star pêkanîna projeya Netewa Demokrat e û wiha domand: "Di sala 2005’an de Yekîtiya Star kar û xebatên  xwe wekî gurûp ku ji çend jinan pêk dihat, dida meşandin. Li gorî wê demê tirsek jî ji Rêjîmê hebû,  lê di heman demê de perwerde ji jinan re dihate destpêkirin. Li aliyê din di wê demê de kevneşopiya civakê jî li pêş bû, lê tevî zehmetiyan jî ev gav hate avêtin û hişmendiya civakê hate guhertin. Roj bi roj ev kar bi moralekî baş bi pêş diket. Ew roj ji bo xebatkarê damezrandina Yekîtiya Star rojên dîrokî bûn."
 
'Yekîtiya Star bi berfirehiya kar û xebatan veguherî Kongreya Star’
 
Bêrîvanê diyar kir ku ji bo azadiya tevahî jinan Yekîtiya Star veguherî Kongreya Star û wiha pê de çû: "Di 7’emîn Kongreya Yekîtiya Star de ku li Rimêlanê bi tevlîbûna derdora 350 delegeyên jin  pêk hat, gelek biryar hatin girtin. Biryarên ku hatine girtin derbarê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo,  perwerdekirina jinan, xurtkirina aboriya jin, jinên ciwan çawa xwe bi rêxistin bikin û navê Yekîtiya Star veguherî Kongreya Star. Ji ber êdî kar û xebat berfirehtir bû, pêwîst bû rêxistina jinê qadên xwe fireh bike û ji yekîtiyê ber bi kongreyê ve biçe. Her wiha bi vî awayî têkiliya me bi hemû jinan re xurtir bû, kar û xebat zêdetir ji me hate xwestin.  Ji bo em bigihêjin armanca xwe û ji bo doza azadiya xwe têkoşîn bikin, damezrandina Kongreya Star gaveke girîng bû. Niha jî jina Kurd bi taybet bûye mînaka hemû jinan, ji ber ku di hemû qadan de pêşengtî kir û xwe îsbat kir."
 
'Kongreya Star xwedî roleke stratejîk bû'
 
Bêrîvanê destnîşan kir ku jinan deskeftiyên girîng ên di qada siyasî, civakî aborî û leşkerî de bi pêşengtiya Kongreya Star bi dest xistin û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Jinan pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de kirin. Her wiha ji bo Sûriyeke demokratîk û federal, xwedî rol bûn. Bi pêşengtiya Kongreya Star jin di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li hember cureyên tundiyê û hişmendiya mêrê serdest xwe bi rêxistin kirin. Ji bo gihandina her jinekê Kongreya Star kar û xebatên xwe mezin kir û dest bi perwerdekirina jinan kirin. Ji bo jin bi xwe bawer be, dîroka xwe nas bike û ber bi pêşerojeke azad ve biçe Kongreya Star xeta pêşengtiyê bû"
 
'Jinên têkoşer xeta berxwedanê dişopînin'
 
Bêrîvanê bal kişand ser hedefgirtina jinan a ji aliyê dewleta tirk ku rêxistina jinan armanc dike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta tirk jinan dike hedefa êrîşên xwe, jina siyasetmedar Hevrîn Xelef ku banga yekîtiya gelan dikir ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve hate hedefgirtin. Dayika Eqîda ku piştgirî da berxwedana zarokên li dijî dagirkeriyê, li Serêkaniyê hate hedefgirtin. Berdevka Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel ku ji bo pêşxistina hişmendiya civakê li ser esasê hevjiyana azad kar û xebat dida meşandin hate hedefgirtin. Ev hemû jî bi armanca ku derbeyek li rêxistina jinê bixînin bû.  Lê ev armancên dijmin pêk nehatin û xeta ku jinên berxwedêr wekî Sakîne, Leyla, Bêrîtan, Zîlan, Barîn, Hevrîn, Dayika Eqîde û Zehra hilbijartin, îro artêşek ji jinên têkoşer şopdarê wê rêkê ne."