Rêya 289 gundên Colemêrgê ji ber berfê hat girtin

  • 11:10 15 Çile 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û wargehan hat girtin. 
 
Li Colemêrgê û navçeyên wê ji şevê din ve berfek zêde dibare. Ji ber berfa zêde li navenda Colemêrgê rêya 21 gund û 47 gundikan, li Navçeya Şemzînanê rêya 18 gund û 69 gundikan, li Navçeya Geverê rêya 57 gund û 77 gundikan bi giştî rêya 289 gund û wargehan hatin girtin. Xebatên vekirina rê didome.