Li zarokê hat binçavkirin bi 'Sirûda îstîklalê' îşkence kirin

  • 10:15 15 Çile 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, di 4’ê Çileyê de polîsên ku zarokê 15 salî binçav kirin, gef lê xwarin û xwendina "Sirûda Îstîklalê" lê ferz kirin. Dayika zarokê biçûk A.E. bertek nîşanî helwesta polîsan da û got ku ew ê serlêdana sûc bike.   
 
Li ser Kolana Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 4’ê Çileyê de zarokê 15 salî bi hinceta ku cigarê difirojşe ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Polîsên ku zarok binçav kirin, birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê û rojekê di binçavan de girtibûn. Hat diyarkirin ku polîsan li midûryetê gef li zarok xwarine û xwendina "Sirûda Îstîklalê"  lê ferz kirine. Her wiha hat ragihandin ku ji heman zarokî re helbestek jî nivîsîne,  xwestine ji ber bike û piştre jî gotine "Em ê her hefteyê spartekek bidin te ku tu  wan çêbikî û ger ku tu çênekî tuyê ceza bigirî." Herwiha hat ragiandin ku derbarê zarokê 15 salî de lêpirsîn jî hatiye destpêkirin. 
 
Dayika A.E. bertek nîşanî helwesta polîsan da û got, "Em vê pêkanînê qebûl nakin û dijmirovî ye. Ji zarokekî çi dixwazin.  Keça min a biçûk jî li dibistanê ji ber ku 'Sirûda Îstîklalê' nexwendibû lêdan xwaribû. Bi van zext û zordariyan dixwazin zarok û me malbatan bitirsînin. Lê em tu carî jî gavê paşve navêjin. Kurê min êdî naxwaze behsa vê bûyerê bike. Vê pêkanînê derûniya kurê min xira kiriye.  Em bêdeng nebînin û em ê serlêdana sûc bikin. Em ê jî serlêdana sûc bikin. Mafê wan tuneye ku ev tiştan bi kurê min bikin.”