Tevî pirsgirêkên tendirustiyê dema binçavkirinê hat dirêjkirin

  • 10:12 15 Çile 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Dema binçavkirina 3 jê jin 5 kesên li Mêrdînê di encama biserdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hat dirêjkirin. Arjîn Gevcan a 3 meh in ku ducanî ye da zanîn ku talûkeya wê ya pitik ji ber wê biçe heye. Her wiha Emine Gevcan a 67 salî jî diyar kir ku ev 4 roj in pozê wê xwîn dibe. 
 
Di 11'ê Çileyê de li Kuçeya Xelîlayê ya Kerborana Mêrdînê di encama biserdegirtina malan de bi îdiaya "Alîkariya bi rêxistinê" 22 kes hatibûn binçavkirin û jê 17 kes piştî îfadeya wan li jandarmayê hat girtin şûnde serbest hatin berdan. Dema binçavkirina Fahriye Ercan (74), Emine Gevcan (67), Rabia Arjin Gevcan Yiğit (23) a 3 meh in ducanî ye, Mustafa Aslan (45), Mehmet Nezir Duman (59) hat dirêjkirin. 
 
Fahriye Ercan a 74 salî ye û bi daxwaza dirêjkirina dema binçavkirina wan sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hat kirin da zanîn ku hevjînê wê jî nexweş e û kesek tune ye lê binêre û daxwaza berdana xwe kir. 
 
Emine Gevcan a 67 salî ye da zanîn ku pandemî heye û ji ber vê yekê nikare derkeve derve û niha jî ev 4 roj in di bin çavan de ye û da zanîn ku ew nexweş e. Emîneyê da zanîn ku ji ber nexweşiya wê ev 4 roj in pozê wê xwîn dibe û daxwaz kir ku serbest bê berdan. 
 
'Dibe ku pitik ji ber min biçe'
 
Arjîn Gevcan da zanîn ku alavên paqijiyê û ava paqij nade wan û ev 3 meh in ducanî ye û diyar kir ku talûkeya pitik ji ber biçe heye. Arjînê daxwaza berdanê kir. 
 
Daxwaza dozgeriyê hat qebûlkirin
 
Dadgeriyê bi daxwaza dozgeriyê biryar da û anî ziman ku ew ê dema binçavkirina 5 kesên di bin çavan de ne 4 rojê din bê dirêjkirin.