Li Mexmûrê koma 15’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:09 15 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, ji hêla koma 15’emîn ve çalakî hat dewir girtin. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 15’emîn dewir girt. 
 
Çalakvanên koma 14’emîn jî wiha gotin:“ Ji roja ku em penaber bûne û heta roja îro me her tim li berxwe da û em bi ser ketin. em ê her dem li pey doza xwe bin û xwedî li rêbertiya xwe derbikevin. Em êdî dixwezin di welatek azad de bi Rêbertiya xwe re bijîn. Ji koma 15’emîn re jî serkeftinê dixwezin.”
 
Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Zîndanan” bi dawî bû.