Cenazeya Cennet Bal li Swîsreyê spartin axê

  • 10:03 15 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatparêza kurd Cennet Bal ya ku roja 10’ê Çileyê li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê di encama pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dabû, spartin axê.
 
Cennet Bal ku sala 1962'an ji dayik bûye û ji gundê Gozpinar ê navçeya Elbistanê ya Mereşê ye, salên 70’î koçberê Swîsreyê dibe. Bal ji salên 1990’an û pêde di refên têkoşînê yên çi tevgera jina kurd û çi jî têkoşîna azadiya kurd de xebitî. Welatparêza kurd Cennet Bal ya li bajarokê Lenzbûrg ê Kantona Aaraû ya Swîsreyê dijiya û roja 10’ê Çileyê di encama pirsgirêkên giran ên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Lenzbûrgê hate veşartin.
 
Bi sedan Kurdistanî yên ji gelek bajarên Swîsreyê hatibûn tevlî merasîma cenazê ya Cenneta ku li Meclîsa Jin a Rojbîn ya Aaraû’yê erkdar bû bûn. Li ser navê Federasyona Eleviyan ya Demokratîk (FEDA) Pîr Alî Çalgan Alî Matûr merasîm bi rêvebir. Di merasîmê de ji aliyê Pîr Alî Çalgan çira hatin vêxistin û gulbang hatin xwendin.
 
Di merasîmê de li ser navê Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Dîlan Zaza axivî û got: “Em êşa veqetîna bê wext ya heval û dayika me Cennet dikişînin. Aliyên berxwedêr, têkoşer û kedkar ya wê jina kurd yek ji mînakên wê yên herî xweşikbû. Hevala me Cennet nêzî 30 salan bû bêyî ku kêliyekê dudilî bijî ji bo ku xeyalê xwe yê azadiyê pêk bîne di têkoşînê de cihê xwe girtibû. Emê xwedî li xeyala wê ya azadiyê derkevîn û hesreta wê ya gihîştina welateke azad pêkan bikîn. Ew soza me ye ji hevala Cennet re.”
 
Li ser navê Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk ya Ewropayê, siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz tekezkir ku Cennet Bal gelê xwe û nirxên wê hembêzkir û di aliyê kedê de xebitî û got: "Ji salên 1990’î û heya niha de ked û xwêdana dayikên mîna hevala me Cennet heye. Ew li hemberî zilma ku li ser gelê wê dihatkirin bê deng nema û li hemberî wê zilmê bêyî du dilî keda xwe danî holê. Wê bûyîna dayika gerîlayan bijart. Ew mînaka herî xweşik a jina kurd, Qizilbaş,têkoşer, berxwedêr û bê rawestan bû. Em soz didin ku bi xwedîderketina mîrasa wê ji bo ku bikare bigihîje xeyala xwe ya azadiyê, emê têkoşîna xwe bidomînin û bi zaferê tacîdar bikîn.”
 
Merasîm piştî spartina axê ya Cennet Bal bi dawî bû.