'Em di avakirina xweseriya Şengalê de bi biryarin'

  • 09:30 15 Çile 2021
  • Rojane
Evîn Zenda - Elmas Nayîf
 
ŞENGAL - Jinên ku tevlî çalakiya xwediderketina li Asayîşa Êzidxanê dibin, diyar kirin li vir 45 roj in berxwedanek heye û gotin: "Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. Em di avakirina xweseriya Şengalê de bi biryarin. Em bang li tevahiya êzidiyan dikin vegerin ser axa xwe." 
 
Xelkê Şengalê ev 45 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê bi zarokên xwe re parastina xwe dikin. Di vê çalekiyê de jin jî cihê girtin û rengê xwe ya berxwedanê nîşandan. Ji bo jinên Şengalê temaşekirin êdî nabe, divê tevlî hemû xebatan bibin. Jinên ku tevlî çalakiyên xwedîderketina li asayîşê dibin ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Em ê bi rêxistinî li ber xwe bidin'
 
Xoxê Cindî yek jî wan çalakgera ne û wiha bal kişan ser çalakiyê: "Em wek jinên êzidî heta asayişa xwe fermî nekin em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em ê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em baş dizanin ger em van çalakiyên xwe berdewam û bi hêz nekin wê tevahî keda me bê binpêkirin. Ji bo wê em weke dayik weke ciwan em ê ji bo avakirina Şengalê her tim xebatan bidin meşandin. Hikûmeta Iraqê heke di dema fermanê de me tenê nehişta ev tişt nedihat serê me. Em îro bi saya fikrê Rêber Apo û şagirtên wî em rizgar bûn û niha jî bi saya fikrê Rêber Apo xelkê Şengalê xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin."
 
'Dijmin qebûl bike neke ne xema me ye'
 
Xoxê, da zanîn ku xweseriya Şengalê girîn e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji vê saetê û şûnde tu hêviya me ji hikûmetan nîne. Çi dibêjin bila bêjin em ê xweseriya xwe avabikin. Em ê hewl bidin ku asayişa me fermî bibe. Dijmin qebûl bike neke jî ne xema me ye. Ev parastin û xwedî li derketina asayişê armanca me ya sereke ye. Em ê heta dawiyê jî ji bo wê têbikoşin. Ji bo me hejmar ne girîng e ji ber me di fermanê de dît çawa bi hezaran hêzên iraq û PDK’ê pişta xwe da me û reviyan lê hejmara gerilayên PKK’ê bi tiliyan bûn, lê bi ser ketin û em xelaskirin.”
 
'Em di çalakiyên xwe de bibiryarin' 
 
Wetha Hisên jî di nava çalakiyê de cih gir wiha ji ajansa me re axivî: "Îro şêniyên Xanesorê hatin serdana konê tevlî çalakiyê bûn. Em wekê xelkê Şengalê di çalakiya xwe de bi biryar in. Divê asayîşa me bê fermîkirin, ji bo fermî kirinê em di nava çalakiyan de ne. Her wiha tişta ji bo me girîng jî naskirin xweseriya Şengalê ye. Ev tişt jî bi bo tişta herî esasiye. Heta ku em ji xwe re tiştek nekin, kesek din ji me re tiştek nake. Ez bang li tevahiya êzidiyên li wargehan dimînin dikin bila vegerin ser axa xwe. Bila bên em bi hev re carek din Şengalê avabikin."