Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 50'emîn de ne

  • 09:07 15 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin ket roja xwe ya 50'emîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 10'an didome û çalakî ket roja 50’emîn.
 
Girtiya nexweş Şîvekar Ataş, bi rêya telefonê xwe gihand malbata xwe û wiha got: "Em êdî ne şkandina tecrîdê em dixwazin tecrîd bi tevahî ji holê bê rakirin. Em dixwazin di her alî de rêberê me azad bibe."