'Ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsiyar Erdogan e'

  • 09:06 15 Çile 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Reşît Îlhanê ku di Girtîgeha Girtî ya Gûmûşhaneyê de tê girtin bi rêya telefonê bi malbata xwere axivî. Reştî got ku bi şev gardiyan bi ser qawişên wan de digirin û wan tehdît dikin. Dayika Reşît, Ayşe Îlhan jî anî ziman ku zarokên wan bi kûştinê tên tehdîtkirin, îşkencekirin û wiha got: “Ger tiştek bi zarokên me bê berpirsyar Erdogan e.”
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiye û herêmê çalakiya greva birçîbûnê ku hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatiye destpêkirin bi koma 10'an di roja 50’emîn de didome. Her wiha ji aliyekî dinê ve jî li girtîgehên binpêkirina mafan û îşkence jî berdewam dike. Li Girtîgeha Girtî ya Gûmûşhaneyê jî li girtiyên siyasî gef tên xwarin û îşkence tê kirin.  
 
Girtiyê bi navê Reşît Îlhan ê ku 36 sal ceza lê hatiye birîn û 5 sal in girtî ye ku di Girtîgeha Girtî ya Gûmûşhaneyê de tê girtin, bi rêya telefonê malbata xwe geriya û got: “Bi şev bi ser qawişên me de digirin dibêjin em ê we bixeniqînin û wê hayê kesekî ji we çênebe.” Dayika Reşt Ayşe Îlhan ku bertek nîşanî helwesta rêveberiya girtîgehê da ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Me tehdît dikin û dibêjin em ê we bixenikînin’
 
Ayşe anî ziman ku kurê wê ev 5 sal e bi awayek bêhiqûqî girtî ye û got: “Zarokên me di navbera çar dîwaran de girtîne û rêvberên girtîgehan bela xwe ji wan venakin. Îşkence û zextan li zarokên me dikin. Kurê min roja çarşemê li min geriya û got ‘bi şev tên li deriyê me didin û nahêlin em rakevin. Me tehdît dikin û dibêjin em ê we bixenikînin. Em ê we bi îşkencê bixeniqînin û agahiya kesekî wê ji we çênebe'  Îşkence li zarokên me tê kirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Ger tiştek bi zarokên me bê em ê dinyayê li serê wan xira bikin. Bila dev ji zarokên me berdin. Heta dawî em ê li pişt zarokên xwe û doza wan bin."
 
‘Ger tiştek bi zarokên me bê berpirsyar Erdogan e’
 
Ayşe, bang li hemû dayikan kir û got li dijî zext û îşkenceya li girtiyan  rabin ser piyan û wiha pêlda axaftina xwe: “Em ê xwedî li zarokên xwe derbikevin. Em zarokên xwe bi tenê nehêlin. Ji ber ku em kurd in ev zilm û îşkence li zarokên me tê kirin. Bila hemû dayik rabin ser piyan. Ev demeke dirêje nikarim biçim hevdîtina kurê xwe . Kincên ku em ji bo zarokên xwe dişînin nadin wan. Min ji kurê xwe re kinc şand lê kincên wî şûnde şandin. Her wiha pirtûkên wan nadin wan. Alavaên zarokên me nadin wan. Em vê zilmê qebûl nakin. Bila ev zordarî bi dawî bibe.  Ger tiştek bê serê zarokên me berpirsyar Erdogan e. Erdogan wê  hesabê zarokên me bide. Li hember vê îşkenceyê divê em malbat rabin ser nigan û dengê xwe bilind bikin. Di navbera çar dîwaran de jî wan rehet bernadin. Em aramiyê dixwazin. Em dixwazin welatê me azad be û ev zilm bi dawî bibe. Em heta dawî li pişt zarokên xwe ne. Bila ev îşkenceya li ser zarokên me rabe. Ji ber zarokên me di girtîgehan de ne, ne şeva me şev û ne jî roja me roje.”
 
'Daxwazên zarokên me bi cih bînin'
 
Ayşe, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurê min jî di grevê de di komên berê de cih gietiye. Ji bo rakirina tecrîdê û binpêkirina mafan li girtîgehan greva birçîbûnê dane destpêkirin. Bila daxwazên zarokên me bi cih bê. Ger daxwazên wan bi cih neyên dibe ku rewş girantir bibe. Beriya rewş xirap bibe bila daxwazên wan bên bichanîn.”