Bi salane avê nadin gund

  • 09:04 15 Çile 2021
  • Rojane
WAN - Pirsgirêka avê ya gundê Yedî Kilise ya navçeya Îpekyol a Wanê bi salane didome. Tevî ku gundî ji bo çareserkirinê serî li şaredariyê didin jî pirsgirêk nehat çareserkirin erdên hatine çandin jî ji ber avê hişk bûne. Jinên avê ji qada gund tînin. Gundî banga çareseriya pirsgirêkê dikin.
 
Li gundê Yedî Kilise a Îpekyol a Wanê pirsgirêka avê bi salane didome. Li gund 110 malbat dijîn û welatî ava xwe ji kaniya qada gund tînin. Jin sibehê zû radibin û bîdonan diçin avê tînin. Ji bo gundiyên ku bi salane vê pirsgirêkê dijîn çareyek nehat dîtin. Welatiyên her roj diçin Midûriyeta Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) bersiva ‘ji ber herêma hezazê ye em nikarin avê bidin’ digirin.
 
‘Em avê li ser tenûrê germ dikin’
 
Jina bi navê Gurbet Hatîm diyar kir ku ji bo serê xwe bişon di tenûrê de avê germ dikin û got: “Em avê ji qada gund tînin. Me bi xortumê ji mizgeftê av digirt. Lê zivistanê xortim cemidiye. Divê demildest pirsgirêk çareser bibe.”
 
‘Tenê av dan mizgeftê’
 
Mehcebîn Sihet bi lêv kir ku 30 sale li gund dijî û got dixwazin ji mizgeftê avê bigirin lê ji ber pêlavên wan ax e, meleyê gund destur nade û wiha pê de çû: “Heta havînê em rezîl dibin. Sewal hene, em diçin ji kaniyek dûr avê tînin. Ji kaniya ligel mala şînê av tê. Em zivistanê pir diwestin. Her der dibe cemed. Ev 30 sale ez avê dikşînim mala xwe. Dewlet tiştek nake. Em dixwazin wek gundên di bin. Tenê ava mizgeftê tê.”
 
‘Zeviyên me hişk bûn’
 
Nazîfe Îret jî bi lêv kir ku aboriya wan ji çandiniyê tê û ji ber erdên me nayên avdan em nikarin baxçe biçînin û got: “Genimê em diçînin tenê têrî malê dike. Ji ber em nikarin bifroşin. Ger av hebûna me sebze jî diçinand. Em serî li şaredariyê didin, bi tankerê avê tînin. Sewal hene baxçe hene em nizanin çi bikin.”
 
'Ji bo gund tu xizmet tune’
 
Nazîme Çok jî wiha got: “Piştî erdhêja Wanê avahî bi 45 hezar TL dan me. Li wir jî pirsgirêka avê heye. Cana enerjiya tavê teqya. Cilşoya me xera bû. Gelo wê heta kengê wisa be. Li Wanê ji bo gelek cihên ne hewce xizmet hat kirin lê ji bo gundê me tu xizmet nayê kirin.”