'Em ê her tim piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê bikin'

  • 09:03 15 Çile 2021
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Dayikên Pakrewanan ên Herêma Efrînê yên ku piştgiriyê didin berxwedana girtiyên zindanan wiha gotin:"Em ê bi têkoşîna girtiyên zindanan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin."
 
Di 27'ê Mijdara 2020'an de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger, kirin. Têkildarî vê mijarê dayikên Pakrewanan ên Herêma Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Berxwedana zindana Amedê çavkaniya berxwedana gelan e'
 
Dayika Pakrewan Reşîd, Sûreye Hebeş piştgiriya xwe ya ji bo çalakvanên gireva birçîbûnê wiha rave kir: "Em çalakiya gireva birçîbûnê ku girtiyên siyasî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, didin meşandin, pîroz dibînin. Di zindana Amedê de di salên 1980'an de bi dirûşma "Berxwedan Jiyan e" çalakiya gireva birçîbûnê dest pê kir û şehadeta herî mezin hate jiyîn û heta roja me ya îro didome. Lê belê heta vê kêliyê dewletên navneteweyî çavên xwe li hember tecrîda li ser Rêber Apo girtine û  binpêkirina mafê mirovan bêdeng mane. Wek dayikên şehîdan em ê xwedî li berxwedana girtiyan derkevin û her tim li pey şopa çalakvanên xwe bin û dengê xwe li cîhanê bilind bikin." 
 
'Em çalakiya girtiyan pîroz dibînin'
 
Sûreye diyar ku ew ê bi çalakiyên xwe tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bişkînin û bang li tevahî dayikan kir ku hemû dakevin qadan û tecrîdê şermezar bikin û wiha pê de çû: "Dayikên şehîdan bi ruhê xwe yê berxwedanê tên nasîn, em ê jî wek dayik ji bo ku tecrîda girankirî li ser Rêber Apo were şikandin di nava çalakiyan de bin. Niha li zindanan berxwedanek bêhempa tê meşandin, ruxmê wê jî dewleta tirk pergala xwe ya qirêj berdewam dike û dixwaze hemû kurdan ji qirkirinê re derbas bike. Girtiyên me soz dan ku heta tecrîd bi dawî nebe ew dev ji çalakiya xwe bernadin. Divê em jî wek dayik li ser piyan bin û çalakiya zindanan hembêz bikin da ku çalakî bigihêje armanca xwe. Em wek dayikên şehîdan bang li Rêxistinên Mafê Mirovan, dewletên navneteweyî û CPT'yê dikin ku li hember tecrîdê bêdeng nemînin."
 
'Çalakiya girtiyan di cîhanê de deng veda'
 
Dayika du Şehîdan Alan û Nalîn, Zelox Feqî berxwedana girtiyan silav kir û got: "Çalakiya ku li zindanan dest pê kiriye, li tevahî cîhanê  deng veda. Em çalakiya girtiyên siyasî pîroz dibînin û em ê herdem piştgiriyê bidin çalakiya wan. Dema mirov behsa çalakiya gireva birçîbûnê dike, hêz û îrade tê bîra mirovan. Em hêza xwe ya herî mezin ji Rêber Apo digirin. Em weke dayikên Şehîdan herdem li qadan bin, heta em tecrîdê bi dawî bikin."