'Heke daxwazên zarokên me pêk neyê em ê jî dest bi grevê bikin'

  • 09:02 15 Çile 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Kurê Nurê Tarlak girtiye û tevlî greva birçîbûnê bibû. Nurê li hemberî bêdengiya raya giştî bertek nîşan da û got: “Dawî li tecrîtê bînin. Ger daxwaza girtiyan pêk neyê, em ê weke dayik dest bi greva birçîbûnê bikin. Daxwaza wan daxwaza me ye û ji bo daxwaz pêk bên çi ji destê me were em ê bikin."
 
Li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger hat destpêkirin berdewam dike. Îro çalekî di roja xwe ya 50'emîn de berdewam dike. Ji bo xwedî derketina li çalakiya greva birçîbûnê ango ji bo pêkhatina daxwaza wan li her cihî bangewazî tê kirin. Bi taybet ji malbatên girtiyan banga hestiyariyê û piştevaniya çalekiyan tê kirin. Dayika girtî Necdet Tarlak, Nurê Tarlak ji ajansa me re axivî.
 
‘Em li pişt daxwaza girtiyên siyasî ne’
 
Nurê, diyar kir ku girtiyên siyasî hemû rehîn hatine girtin û dibin tecrîtê de ne. Nurê wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan ji bo azadiya Rojhilata Navîn rêyek ya aştiyê ye. Her kes vê yekê dizane Abdullan Ocalan dibêje ger hevdîtin pêk were em ê di nava heftiyekî de çareseriyê bînin. Kesên ku vê çareseriyê naxwazin tecrîta girankirî didin meşandin. Ev tecrît bê guman di şexsê wî de li ser hemû girtiyên siyasî û li ser Gelê Kurd tê meşandin. Qebûl kirina vê tecrîtê îxanete. Zarokên me ji îro li dijî vê nêzîkatiyê di çalekiya greva birçîbûnê de ne. Heya ku neyê şkandin ji wê çalekiya bidin berdewam kirin. Em weke malbatên girtiyên siyasî piştgiriyê didin wan. Daxwaza wan daxwaza me ye.”
 
‘Em dayik naxwazin van yekan bibihîsin’
 
Nurê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîta li ser girtiyên siyasî tê kirin û wiha got: “Di berê de ji girtî pirsgirêkên mezin dijîn. Weke tendirustî, pêwîstiyên rojane û weke din. Lê niha bi hinceta destpêkirina çalekiyan ew bêhtir bi ser girtiyan de tên. Gef û tundî li ser wan heye. Axaftina dawî ya bi rêya telefonê de kurê min da zanîn ku xwarin û vexwarinên pir qirêj in. Di nava xwarin de ji neynok heyanî gumişk derdikevin. Bi zanebûn ev yek tê kirin. Ew di hucreyan de ne û kesek nikare agahî jê bigire. Ev ne tecrîte çiye gelo. Name, kargo, cilên me şandine bi mehane negihiştine destê wan. Ev yek çima tê kirin. Ji me çi dixwazin. Pêwîste em tecrît û tundiyê ji nedîtîi ve werin. Em dayik êdî naxwazin van yekan bibihîsin.”
 
‘Em ê bi wan re têbikoşin’
 
Nurê bal kişand li ser biryara girtiyan û got: “Em weke malbat heya dawî piştgiriyê didin girtiyan. Heya ku tecrît neşke em ê nikaribin bigihêjin aştiyê ji. Ji ber wê yekê pêwîste em piştgirî bidin têkoşîna wan. Divê em ji wan re bibin hêz. Ger di vî alî de yekitiyek çênebe wê encamên nerênî derkevin. Hîna şehît çênebûne bikevin tevgerê. Ger pêwîst bike em ê li kolanan di çalekiyan de bin. Ger pêwîst bike em ê bikevin greva birçîbûnê. Ji ber ku bi encam nebe wê zarokên me ji bê dorveger wê dest pê bikin. Em bi gumanin lê em ê bi wan re ji têbikoşin.”