'Kongreya Star xwe li ser mîrateya jinên têkoşer ava kir'

  • 09:01 15 Çile 2021
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Berdevka Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl bi boneya 16'emîn damezrandina salvegera Kongreya Star wiha got: "Kongreya Star ji bo tevahî jinên cîhanê bû hêvî û riya çareseriyê. Bi saya têkoşerên jin roj bi roj rêxistinên jinan berfirehtir dibin."
 
Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê di sala 2016'an de Kongreya Star li Kantona Kobanê hat damezrandin. Armanca Rêxistina Kongreya Star ew e ku tevahî jinên herêmê bi awayekî sîstematîk bi rêxistin bibin. Her wiha ji bo jin parastina mafê xwe bikin û di tevahî beşên jiyanê de bibin xwediyê biryarê. Rêxistina Kongreya Star ji tevahî jinan re bû cihê bawerî, hêvî û çareseriyê. Li gor rêziknameya Kongreya Star a Herêma Firatê, divê du salan kongre bê lidarxistin, li gor wê biryar bên dayin û xebatên xwe berfirehtir bikin. Ji ber jinên li van deveran her tim rastî zilm û zordariyê dihatin, loma Rêxistina Kongreya Star hat avakirin. Di sala 2005'an de Yekîtiya Star hat avakirin, paşê di encama kongreya 7’emîn de navê Yekîtiya Star hat guhertin  û bû Kongreya Star. Ji ber êdî gelek herêm hatin rizgarkirin, kar û xebat berfirehtir bûn, loma nav jî hat guhertin da ku tevahî pêkhateyên jinan hembêz bike.
 
Têkildarî mijarê Berdevka Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl ji ajansa me re axivî.
 
'Kongreya Star xwe li ser mîrateya jinên têkoşer ava kir'
 
Mizgînê di destpêka axaftina xwe de 16'emîn salvegera damezrandina Kongreya Star li tevahî jinên cîhanê û di serî de li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan pîroz kir û wiha got: "Destpêka xebatên Kongreya Star bi rengekî veşartî dihat meşandin. Di dema Rejîma BAAS'ê de bi şêweyek veşartî kar dihat kirin û gelek jin rastî êşkenceyan dihatin.  Ruxmî zextên dewletê ser jinan hebû, lê dîsa jinan bi israr xebatên xwe berdewam dikirin. Piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê êdî xebatên Kongreya Star bi awayekî çalak di nava civakê de dihat kirin. Di wê demê de hêdî hêdî Kongreya Star di nava civakê de kêm zêde dihat nasîn. Rêxistina Kongreya Star destpêkê bi navê Yekîtiya Star xebatên xwe dikirin, lê piştî lidarxistina kongreya 7'emîn êdî nav û al hatin guhertin bû Kongreya Star. Ji ber rojane xebat dihat berfirehkirin û pêwîstî hat dîtin ku guhertin û veguhertin bên çêkirin. Piştî wê mala jinê hat avakirin, ji ber piştî çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê bû, beşek herî mezin ji bajar hat ruxandin, êdî pirsgirêkên gel derdiketin holê.  Piraniya pirsgirêkan malbat, zewaca bi temenê biçûk û dujinî bûn. Ji bo wê jî mala jinan bi pirsgirêkên civakê re mijûl dibûn û çareser dikirin. Kongreya Star hêvî û baweriyek di dilê her jinekê de çêkir. Kongreya Star xwe li ser mîrateyekê daye avakirin, ew mîrate jî ji berxwedan û têkoşîna ku jinan bi salane daye meşandin hat.  Îro em jî li ser wê mîrateyê kar û xebat didin meşandin. Şoreşa ku hat lidarxistin ji bo hemû jinan bû, şanseke bû ku jin jî bi vîn û hêza xwe bibin xwediyê çareseriyê û bersivdayîna dagirkeran."
 
'Ji bo hemû jinan em di nava têkoşînê de ne'
 
Mizgînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Kongreya Star ji bo jinan bû hêza sereke ya jiyanê  û wiha domand: "Têkoşîn û berxwedana jinan bû sedem ku îro Kongreya Star bibe nimûne ji tevahî gelan re.  Destpêkê hişmendiya civaka Kobanê li hemberî rêxistina jinan dibû pirsgirêk û gelek caran astengî li pêşiya xebatên me derdixistin.  Lê hewildanên me yên ku em guhertinan di civakê de çêbikin û li hemberî wê hişmendiyê xebatekê bidin meşandin hebû. Piştî perwerde ji bo mêran hatin destpêkirin , êdî nasbûnek bi her ferdek civakê re çêbû ku Kongreya Star cihê çareseriyê ye û ji bo hemûyan dixebite.  Êdî mêran jî dixwestin pergala me nas bikin û di her demekê de serdana navenda me dikirin. Raste Kongreya Star xwe li ser derfetên biçûk ava kir, lê niha rêxistin berfireh bûye, komîteyên xwe zêde kirine û yekbûnek di nava hemû pêkhateyan de hatiye çêkirin. Ji ber destpêkê tenê jina Kurd cihê xwe di nav de girt, lê niha jinên Çerkes, Turkmen, Aşûr, Suryan, Ereb û hwd. beşdar bûne û xebatên xwe di nava Kongreya Star de didin meşandin. Jinan wek pêleke herikbar şoreş bi rê ve birin û gelek pêkhate di nava xwe de hembêz kirin. Ji ber rojane xebatên me berfirehtir  bûn û komîteyên me zêdetir bûn, êdî hewce hat dîtin ku em ji Yekîtiya Star ber bi Kongreya Star ve biçin. Di van çend salan de gelek akademî û şaxên me hatin vekirin, perwerde, civîn û nîqaş di nava civakê de hatin çêkirin. Di her kongreyekê de guhertin û veguhertin dihatin çêkirin. Hêza ku em behsê dikin me ji Rêber Apo û Şehîdan girtiye. Em jinên herêmê li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşînin. Ji ber jinên Ereb jî rastiya Rêber Apo nas nedikirin, êdî ketine wê ferqê ku Rêber Apo ne tenê rêberê Gelê Kurd e,  di heman demê de yê tevahî gelên azadîxwaz û demokratîk e. Kongreya Star ji bo me hemû jinan bû vejînek. Rast e jinên Kurd pêşengtiya vê şoreşê kirin,  lê îro tevahî jin bi hev re kar û xebatê didin meşandin. Têkiliyên hemû jinan bi hev re bi awayekî baş tê kirin ku jin çawa pirsgirêkên jinan çareser bikin, çawa xebatên xwe pêş bixin û dawiyê li dagirkeriyê bînin."
 
'Em projeya Rêber Apo didomînin'
 
Mizgînê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Kongreya Star bingeha xwe ji Şoreşa Rojava girt û wiha bi dawî kir: "Di nava Kongreya Star de demokrasî, hevbeşî û wekhevî heye. Rêxistina Kongreya Star armanca xwe ya yekemîn rêxistin û parastina jinan e. Di her demê de rêxistinên jinan dibin armaca dewleta tirk û hevkarên wê. Ji ber êdî jin gihîştine astekê ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî dewletên desthilatdar têkoşîneke bêhempa bidin meşandin. Ev jî dibe sedema ku rojane jin rastî şer û komkujiyan bên û bi taybet jinên pêşeng, şoreşger û têkoşer dibin hedefa dijmin. Mînaka herî ber biçav, komkujiya gundê Helincê ku rêveber û Berdevka Kongreya Star bû armanca wê komkujiyê. Ev yek bi xwe rêxistina jinê hedef digire. Bi komkujiya Helincê re, dewleta tirk xwest tirsekê bixe nava dilê hemû jinan, lê berovajî wê jin di her kêliyê de li dijî dagirkeriyê di nava çalakiyan de ne.  Wê li dijî dewletên desthilatdar jin ranewestin û her tim di nava çalakiyan de bin, heta ku dagirkeran ji axa xwe derxe. Xeta me ya yekemîn xeta şehîdan e. Bi vê dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehreyan, em ê dagirkeriyê têk bikin", me konferans û kongreyên xwe li dar xist. Li dijî dagirkeriyê û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan me gelek hemle dan destpêkirin, heta astekê cihê xwe girtin. Di 7'ê Çile de platformek li Kobanê hat lidarxistin û di platformê de kujer Hisên Ebdo Ebas cezayê miebed lê hat birîn, ev hemû encamên ked û têkoşîna jinê bûn. Di dawiyê de em ê şopdarên rêya wan bin û projeyên ku wan nîvco hiştine em ê temam bikin."