ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 15 Çile 2021
  • Rojev
*Berdevka Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl bi boneya 16'emîn damezrandina salvegera Kongreya Star wiha got: "Kongreya Star ji bo tevahî jinên cîhanê bû hêvî û riya çareseriyê. Bi saya têkoşerên jin roj bi roj rêxistinên jinan berfirehtir dibin." DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Pakrewanan ên Herêma Efrînê yên ku piştgiriyê didin berxwedana girtiyên zindanan wiha gotin:"Em ê bi têkoşîna girtiyên zindanan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin." DÎMEN HEYE
 
*Kurê Nurê Tarlak girtiye û tevlî greva birçîbûnê bibû. Nurê li hemberî bêdengiya raya giştî bertek nîşan da û got: “Dawî li tecrîtê bînin. Ger daxwaza girtiyan pêk neyê, em ê weke dayik dest bi greva birçîbûnê bikin. Daxwaza wan daxwaza me ye û ji bo daxwaz pêk bên çi ji destê me were em ê bikin." BI DÎMEN 
 
*Pirsgirêka avê ya gundê Yedî Kilise ya navçeya Îpekyol a Wanê bi salane didome. Tevî ku gundî ji bo çareserkirinê serî li şaredariyê didin jî pirsgirêk nehat çareserkirin erdên hatine çandin jî ji ber avê hişk bûne. Jinên avê ji qada gund tînin. Gundî banga çareseriya pirsgirêkê dikin. BI DÎMEN 
 
*Girtiyê bi navê Reşît Îlhan ê ku di Girtîgeha Girtî ya Gûmûşhaneyê de tê girtin, bi rêya telefonê bi malbata xwere axivî. Reşît got ku bi şev gardiyan bi ser qawişên wan de digirin û wan tehdît dikin. Dayika Reşît, Ayşe Îlhan jî anî ziman ku zarokên wan bi kûştinê tên tehdîtkirin, îşkencekirin û got: “Ger tiştek bi zarokên me bê berpirsyar Erdogan e.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku tevlî çalakiya Konê Rûmetê ya ku ji aliyê xelkê Şengaliyan ve hatî avakirin diyar kirin li vir 45 roj in berxwedanek heye û gotin: "Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. Em bang li tevahiya êzidiyan dikin vegerin ser axa xwe." BI DÎMEN 
 
*Dengbêj Fatma Îsa ya ku di Radyoya Erîvanê de strana 'Miho' got bi dengê xwe bandoreke mezin li ser Gelê Kurd kir. Bi salan dengê wê di radyo û televizyonan de xizmeta muzika kurdî kir. 
 
*Têkildarî salvegera damezrandina Kongreya Star ew ê îro li Şehbayê daxuyanî bê dayin. (11.00)
 
*Dê li Til Temirê ji bo salvegera damezrandina Kongreya Star şahî bê lidarxistin. (11.00)
 
*Têkildarî grevên birçîbunê û tecrîtê wê li navçeya Nisêbînê çalakî were li darxistin. (11.00)
 
*Rêxistina Navçeya HDP’ê ya Silopiyê, di derbarê grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveger li girtîgehan destpêkiriye  dê li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Silopiyê daxuyaniyê bide. (13.00)