'Armanca çalakiya me şikandina tecrîda girankirî ye'

  • 16:08 14 Çile 2021
  • Rojane
 
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Rêveber û Endamên saziyan ên ku beşdarî konê çalakiya gireva birçîbûnê ya bajarê Qamişloyê bûne dan zanîn ku ew berxwedana zindanan  silav dikin û gotin: "Em ê bi çalakiyên xwe yên cur bi cur piştgiriya hevalên xwe yên zindanan bikin da ku em hemû bigihêjin armanca xwe."
 
Bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser kevin" Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo piştgiriya berxwedana zindanan û rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, konê gireva birçîbûnê di 12'ê Çileyê de li parka Navenda Neteweyên Yekbûyî (UN) ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamiloyê vedan û di roja sêyem de dewam dike. Di roja sêyem de sazî û dezgehên sivîl serdana kon kirin. Rêveber û Endamên ku serdana konê kirine nêrînên xwe parve kirin.
 
'Armanca çalakiya me mezin e'
 
Berdevka Qada Civakî ya bajarê Qamişloyê Hediye Ebdo çalakiya girtiyên siyasî silav kir û got: "Me îro serdana konê çalakiyê kir û armanca me ya vê çalakiyê ew e ku em piştgiriya hevalên xwe yên zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya ku ji bo tecrîda girankirî dest bi çalakiyê kirine, bikin. Em li vir bi hemû netewên xwe pişgiriya hevalên xwe dikin da ku em bikaribin bi yek rihî bigihêjin armanca xwe. Dewleta tirk îro hemû kesên ku azadî û demokrasiyê dixwaze digire û dixe zindanan. Wiha difikire ku bi girtinan wê dengê me tune bike, lê berovajî vê yekê têkoşîna me mezintir dibe. Niha bi hemû rêbazan êrîşî me dike,  lê nikare azadiya me ji destê me bigire. Îro 49 roj in hevalên me yên zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi çalakiyê kirine, lê heta niha jî dewletên navneteweyî li hember kiryarên dewleta tirk bêdeng in û xwe ker, lal û kor kirine. Dibe ew bêdeng in, lê em wek gel bêdeng namînin û ji bo tecrîdê bişkînin em ê herdem di nava çalakiyan de bin." 
 
'Ji bo tecrît bişkê em ê di nava çalakiyan de bin'
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Rodîn Îsa berxwadana zindanan silav kir û wiha pê de çû: "Em niha di bin konê rûmetê de ne û armanca me ew e ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin. Em berxwedana hevalên xwe yên zindanan silav dikin û em ê bi çalakiyên xwe yên cur bi cur piştgiriya wan bikin da ku em hemû bigihêjin armanca xwe. Rêber Apo her dem netewa demokratîk, hevjiyana azad û wekheviya gelan esas digire û dixwaze di nava civakê de bide rûniştandin. Lê dewletên hegemonîk bi salane dixwazin demokrasî pêk neyê û demografiya gerdûnê biguhêrînin. Em ê herdem di nava çalakiyan de bin da ku tecrîda girankirî bişkînin."