Tora Parastinê ya Jinan: Xweparastin maf e

  • 15:57 14 Çile 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Tora Parastinê ya Jinan, bi armanca şermezarkirina girtina Melek Îpek daxuyanî da û got: "Di pergaleke wisa de keda xwe, bedenê xwe parastin mafê me ye. Êdî navê vê wezareta ku şûna jina bi hêz bike hevkariya sûcan dike 'Wezareta Polîtîkayên Serweriya Zilam û Cînayetên Jin e' binav dikin. Navê wê yê rastî ev e."
 
Tora Parastinê ya Jinan, bi armanca şermezarkirina girtina Melek Îpek û komkujiyên jinan, li pêş Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jinan pankarta “Wezareta Xizmetên Serweriya Zilam û Cînayetên Jin” bi tabeleya wezaretê ve kirin û dovîzên “Bila Melek Îpek serbest were berdan” , “Li dijî tundiya zilam xweparastin”  û “Hevkarên sûc polîs, daraz, dewlet, yek mirov” hilgirtin. Di daxuyaniyê de Endama Tora Parastinê ya Jinan Tûgba Koçer axivî.
 
Tugba diyar kir ku wezaret jinan naparêze û wiha got: “Ev wezaret bi zayendperestî, paşverû, polîtîkayên serweriya zilam û komkujiyên jinan hevparê sûcê tundiyê ye. Faîlên tecawizê çawişê pispor Mûsa Orhan û profesor Hasan Bîlgîlî hê jî nehatine girtin. Edaleta we ya zilam ji ber Melekê mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî we ew girt. Kujer, li kolanan, li meclisê, li qesran e. Di pergaleke wisa de keda xwe, bedenê xwe parastin mafê me ye. Melek Îpek em in, Melekê berdin. Êdî navê vê wezareta ku şûna jina bi hêz bike hevkariya sûcan dike 'Wezareta Polîtîkayên Serweriya Zilam û Cînayetên Jin e'. Navê wê yê rastî ev e. Wek Tora Parastinê ya Jinan em hatin ku navê wezaretê teslîmî wê bikin.”