Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 28’an de berdewam dike

  • 15:15 14 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên di zindanan hatî destpêkirin, bi koma 14’an di roja 28'an de berdewam dike.
 
Di 27’ê mijdarê de girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û heremê li dijî tecrîda girankirî ya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclisa Îştarê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan greva birçîbûnê ya ku hat destpêkirin, bi koma 14’an di roja 28’an de berdewam dike. 
 
Tendirustiya çalakvanan her roj ji aliyê saziya tendirûstiyê  a wargehê ve tê şopandin û her wiha her roj şêniyên wargehê kom bi kom seredana çalakvanan dikin. Çalakvan û şêniyên wargehê bi stran û dengbêjiyên xwe ve reng didin çalakiyê.