Kesên sersal pîroz kirin ceza li wan hat birîn

  • 12:43 14 Çile 2021
  • Rojane
 
ÊLÎH - Polîsan li Êlihê li 8 kesên sersala Kurdan pîroz kir 7 hezar û 200 tl cezayê pereyan birî 
 
Kurd her sal di 13'ê Çile yê li gorî salnameya mîladî sersala xwe pîroz dikin. Kurd bi navê Serê Salê binê malê şahiyan li dar dixin û sersala xwe pîroz dikin. Kurd wekî çand û kevneşopiyekê li gund û taxan mal bi mal digerin û sersalê pîroz dikin. Îsal dema 8 kesan li Êlihê serê salê pîroz kirin, polîsan cezayê pereyan li wan birî. Polîsan bi hinceta li dijî pivanê şewba corona û mesafeyê tev geriyane li her kesekî 900 tl bi giştî 7 hezar û 200 tl cezayê pereyan birî.  Kesên ku polîsan ceza li wan birî jî diyar kirin ku li ruxmê li gorî pîvanên mesafeya fîzîkî tev geriyan jî dîsa polîsan ceza li wan birîye.