'Em ji barê koçberiyê westiyan'

  • 09:09 14 Çile 2021
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên ji navçeya Eyn Îsayê di derbarê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser navçeyê nêrîna xwe anîn ziman û wiha gotin: "Rewş li Eyn Îsayê êdî nema aram e. Em dewleta tirk li ser axa xwe naxwazin, bila êdî sînorek ji dewleta tirk re bê danîn. Ji barê koçberiyê em westiyan."
 
Piştî ku hêzên Rûsî baregehên xwe li Eyn Îsayê bi cih kirin, ji wê rojê de êrîş li ser navçeya Eyn Îsayê zêdebûne. Rojan e kampa koçberan, rêya M4, gundewarên navçeyê rastî topbaranê tên. Teybet jî rêya M4 tê hedefgirtin, ji ber ev rê herî zêde tê bikar anînin û tevgerê lê zêde ye. Bi van êrîşan re jî têkoşîneke bê hema li dijî dagirkeriyê tê meşandin. Têkildarî mijarê jinên ji Eyn Îsayê êrîşên dewleta tirk şermezarkirin û nêrîna xwe bi me re parve kirin. 
 
'Ji bare koçberiyê em westiyan7
 
Fatme Qesîr ji pêkhateyên erebe û li navçeyê dijî, da zanîn ku ji ber topbarana dewleta tirk koçberî çêbûye û wiha domand: "Di destpêka aloziya Sûriyeyê de em li Reqayê dijîn, lê piştî Cebhet El- Nûsra kete bajarê me de, em koçberî Minbicê bûn. Ji xwe li Reqayê tiştekî me bi ser hev de nema û mala min jî bi temamî hatibû şewtandin. Paşê çeteyên DAIŞ'ê derketin û ketin Minbicê de,  êdî jiyan li wir jî zehmetbû û çeteyên DAIŞ'ê her roj mirov dikuştin. Piştî rêwîtiyeke bi koçberiyê re, me li Girê Spî jiyanan xwe domandin. Lê dîsa jî dewleta tirk ne hişt em aram bijîn û Girê Spî dagir kir. Em koçî Eyn Îsayê bûn, dîsa jî dijminê me bela xwe venakê û rojana navçê topbaran dike. Em dewleta tirk li ser axa xwe naxwazin, bila êdî sînorek ji dewleta tirk re bê dayin. Ji barê koçberiyê em westiyan." 
 
'Em dest ji axa xwe bernadin'
 
Ewaş Ismail jî bal kişand ser êrişan û wiha nêrîna xwe parve kir: "Şêniyên Eyn Îsayê rojane bi êrîşên moşek, obîs, tang û topan re rûbirû dîmin. Bi sedema van êrîşan zarokên me ji dibistanên pê par dimînin. Ev 50'î sal in ez li Eyn Îsayê dijîm, ez ê çawa dest ji vê axê berdim û terke mala xwe bikim. Di navenda Eyn Îsyê de hêzên gerantor hene lê bi erkên xwe yên sereke ranabin. Bê dengiya Rûsiya li hemberî kiryarên dewleta tirk hevkariya wê dide xuyakirin. Heye niha tu kesî ji bilî QSD'ê parastina me û axa me nekiriye. Em naxwezin wek Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê li me bê. Ji ber em rojane rewşa herêmên dagirkirî dişopînin û dibînin jin çawa tên kuştin, revandin û bi tecawizê re rûbirû dimînin. Heya niha kîjan dewletê êrîşî sînorê dewleta cîranê xwe kirine, ji bilî dewleta tirk. Tenê em dixwazin hemû pêkhate bi rengekî hevbeş û azad bi hev re jiyana xwe bidomînin. Ez bi jî xwe ji ber êrîşên dewleta tirk ji gundê xwe koçber bûme. Em êdî nema dikarin van êşan tehmûl bikin, tenê xeta berxwedanê li pêşiya me ye."
 
'Dewleta sivîlan di serî de hedef digire'
 
Ezîze Xelef destnîşan kir ku dewleta tirk û çeteyên wî bi rêya van êrîşan dixwazin gel di komkujiyan re derbas bikin û wiha pê de çû: "Dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin fitneyê di navbera Gelê Kurd û Ereban de çêbikin. Herî zêde topbaran li derdora Eyn Îsayê û rêya M4 tê kirin. Tê zanîn ku rêya M4 tevger têde zêde ye, ji bo wê dewleta sivîlan di serî de hedef digire. Şênî dema di riya M4 re derbas dibin bi fikarin û nizanin kîjan kêliyê wê bê hedef girtin. Ji xwe dema êrîş li ser Eyn Îsa û gundewarên wê tên kirin, hêzên Rûsî yekser ji navçeyê xwe vedikşînin. Piştî rewş hindeki bêdeng dibe Rûsya dizîvire baregehên xwe. Dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin me di dorpêçê de bihêlin."
 
'Pêwîte sînorek ji dagirkeriya Tirkiyê re bê danîn'
 
Sayime Îsa qala hovîtiya êrîşan kir û ev tişt got: "Ji ber sedema êrîşên dewleta tirk li ser herêmê, em neçarî koçberiyê bûn. Me berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derdora 3 salan em li vir man. Paşê hin herêm hatin rizgarkirin, car din em zivirîn ser axa xwe û jiyan bi rengekî aram dihat meşandin. Eyn Îsa cihekî stiratejîk e û gelekî girîng e. Dema ev navçe bê girtin, em ê di dorpêçê de bimînin. Em bang li dewletên navnetewî dikin ku êdî sînorekî ji dagirkeriya tirkiyê re deyinin."