Jinên Şengalî di berxwedanê de bi israr in

  • 09:06 14 Çile 2021
  • Rojane
Evîn Zenda / Elmas Nayîf
 
ŞENGAL - Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê 44 roj in didome. Niam Bedel a ku diçe serdana çalakiyê diyar kir ku 6 sal in li ber xwe didin û got: "Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin û hêza me heye ku em xwe biparêz in." Edlê Şemo jî da zanîn ku bi saya zarokên xwe êdî ji dijmin natirsin û heta serkeftinê dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
44 roj in bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê, xelkê Şengalê nobetê digirin. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî derketina li Asayişa Êzidxanê hat destpêkirin bi serdana xelkê Şengalê didome. Pîr, kal, jin, ciwan û zarok her roj tên serdana berxwedêran. Jinên ku hatin tevlî berxwedanê bûn ji ajansa me re nêrînê xwe anîn ziman. 
 
Her diçin serdana asayîşê 
 
Dayika çalakvan a bi navê Niam Bedel, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser berxwdanê: “Ev ne tenê 43 roj in xelkê Şengalê li ber xwe dide. Ev 3 meh in dayik, jin û xelkê Şengalê li ser piya ne. Çalakî, daxuyanî û meşan li dar dixin. Ji bo ax, ol, zarokên xwe li ber xwe didin. Hêj li mala xwe rûneniştine. Ev konê ku hatî vekirin ji bo xwedî li darketina asayîşê ye. Jin, pîr, kal, ciwan û zorak her roj tên li vir."
 
'6 sal in em li ber xwe didin 
 
Niam, diyar kir ku zarok û ciwanên Şengalê parastinê dikin û got: "6 sal in ji bo xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin di nava berxwedanê de ne. Em bi saya asayîşa xwe ev 6 sal in em bi dilek rihet dijîn. Zarokên me pirsgirêkên me çareser dikin. Em li benda çareseriya kesekî din nasekînin. Em şer naxwazin, zarokên me ji bo vî civakî parastinê dikin. Em li zarokên xwe bi bawer in. Lê baweriya me bi hêzên din nayê. Hikûmeta Iraq û Hewlêrê di nava xwe de tifaqek avakirin û dixwazin me ji vê xaka pîroz derxin ji bo lîstikên li ser vê axê pratîze bikin. Tişta ku DAÎŞ'ê nekir tifaka hikûmetan kir. Lê em ê li dijî wan planan derkevin. Heta ku em xwe neparêzin kesek me naparêz e û niha zarokên me, me diparêz in. Di fermanê de hêzên Iraqî û peşmerge parastina me nekirin." 
 
'Em ê parastina xwe bikin'
 
Niam, bal kişand ser hikûmetan a li hemberî Şengalê û wiha axivî: "Civaka me ne wekê berê ye. Piştî fermanê gelek tişt guherîn. Me rêxistina xwe xurt kir, me hêza xwe yên ewlehiyê YJŞ Û YBŞ’ê avakir. Em bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe û civaka xwe ji her tiştî re amade ne. Kesên ku ewilê xiyanet kiribin niha jî dikarin xiyanetê bikin. Lê divê bê zanîn ku em vîna xwe teslîmê hikûmetan nakin. Kesên ku li hemberî me şer bikin em jî dê li hemberî wan şer bikin û em ê parastina xwe bikin." 
 
'Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin' 
 
Niam, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em daxwaza xweseriya Şengalê dikin û em daxwaza fermîkirina Asayîşa Êzidxanê dikin. Xelkê Şengalê dikarin xwe bi rêvebibin, dikarin ji bo xwe biryaran bidin. Hêzên siyasî ji xweseriya Şengalê û bi hêzbûna Şengalê qebûl nakin. Ji ber vê jî li hemberî Şengalê bêyî fikrên Şengaliyan biryaran digirin. Em wê tiştî qebûl nakin û em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin."
 
'Hêza me heye û em dikarin xwe biparêz in'
 
Dayika bi navê Edlê Şemo diyar kir ku ev 3 meh in li ber xwe didin û wiha bi lêv kir: "Bi rastî ne 3 meh in ev 6 sal in em li ber xwe didin. Heke hewcebe em ê 6 salên din jî li ber xwe bidin. Heta em serkeftinê bi dest bixin em ê têbikoşîn. 
 
Edle, di axaftina xwe de bang li êzidiyên ku li wargehan dimînin kir û got: "Ez bang li tevahiya êzidî û êzidiyên ku li wargehên Başûr dimînin dikin û dibêjin vegerin ser axa xwe. Em rewşa wan êzidiyan ên li wargehan baş dizanin. Li hemberî wan zext û zordarî heye. Her roj konek wan dişewite. Zarokên xwe ji ber zilmê dawî li jiyana xwe tînin. Em li dijî zor, zehmetî û zilmê ji êzidiyan re dibêjin vegerîn ser axa xwe. Divê em li ser axa xwe li hemberî zor û zehmetiyan bi hev re têbikoşîn. Em ê xwe hînê parastinê bikin û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Em saya hevalan ji fermanê rizgar bûn û piştre xatir ji me xwestin û çûn. Niha em tenê bi hêza xwe li ser piyane û em ê li ser piya bin. Heke carek din li hemberî me êrişek pêk bê hêza me heye ku em xwe biparêz in."
 
Edle, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her wiha ev kon konê xêr e ye, konê Êzidxanê ye. Em li vir piştevaniya zarokên xwe dikin. Ez hêvidarim ku zarokên me bi ser kevin. Em bi saya zarokên xwe êdî ji dijmin natirsin."