‘Rêxistina Kongreya Star li dijî zîhniyeta serdest têdikoşiya’

  • 09:03 14 Çile 2021
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Gulîstan Gulo derbarê salvegra damezrandina Kongreya Star de axivî û got: ”Avakirina rêxistina jinê bi çend jinên pêşeng dest pê kir û îro şaxên xwe li hemû cîhanê belav kiriye. Rêxistina Kongreya Star bû sîwan ji tevahî jinan re.”
 
Berî Şoreşa Rojavayê Kurdstanê rêxistina jinê bi navê Yekîtiya Star ku ji sala 2005’an de hatiye avakirin, dihat nasîn û jinan di bin banê wê de xebatên xwe didan meşandin. Tevî şert û mercên zehmet vê rêxistinê dikarîbû civakê bi rêve bibe û bibe bingeh ji bo şoreşa jinê li Rojavayê Kurdistanê. Di nava vê rêxistinê de hêviyên jinan pêk hatin, mafên wan û azadiya wan hate bidestxistin. Bi şoreşê re êdî şaxên rêxistinê fireh bûn û di 7’emîn Kongreya xwe de ku di 15'ê Çileya sala 2016’an de hate çêkirin, jinan navê Kongreya Star li xwe kir û di bin sîwana wê de jin bûn xwedî rêxisineke xweser. Niha li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di Kongreya Star de xwe bi rêxistin dikin û ji şoreşa xwe re pêşengtiyê dikin. 
 
Têkildarî mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Gulîstan Gulo nirxandin kir.
 
 ‘Kongreya Star di şertên zehmet de hat avakirin’
 
Gulîstanê salvegera damezrandina Kongreya Star li hemû jinan pîroz kir û wiha dest bi gotina xwe kir:” Rêxistina Kongreya Star yek ji şaxên komeleya mezin ya jinên ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. Bingeha civaka me ji bo avakirina rêxistineke jinê ne hatibû amadekirin.  Ji bo wê Rêxistina Kongreya Star di nav şertên zehmet de ava bû. Helbet me di bin navê guhertina zîhniyetê de gelek zahmetî didîtin.  Me li dijî zilma ku ji aliyê Rêjîma BAAS’ê ve li jinan dihat kirin têkoşîn da. Her wiha me gelek berdên giran jî dane û heta niha jinên ku hatibûn binçavkirin çarenûsa wan ne diyar e.”
 
‘Kongreya Star hêviyek bû ji jinan re’
 
Gulîstanê derbarê armanca avakirina Rêxistina Kongreya Star de nixandin kir û ev tişt got: “Armanca me ji avakirina vê rêxistinê ew bû ku em jinan pêtir perwerde û bi rêxistin bikin. Li aliyê din jî adet û kevneşopiyên civakê hebûn, ev jî dibûn sedem ku rêxistina me di destpêkê de ji aliyê civakê ve neyê pejirandin. Jin ji ber van kevneşopiyan fetisî bûn.  Êdî bi avakirina rêxistina Kongreya Star re ê dî jin bûn xwedî hêvî. Jinan bi qeheremaniyeke mezin li ber xwe dan û bûn sedem ku ev rêxistin bibe yek ji hîmên bingînîn di avakirina şoreşa jinê de.”
 
‘Bi tevlîbûna jinan nexşeyek rengîn ava bû’
 
Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna jinan a nav rêxistina Kongreya Star û wiha pê de çû: “Avakirina rêxistina jinê bi çend jinên pêşeng dest pê kir û va ye îro şaxên xwe li hemû cîhanê belav kir. Ji bo rêxistina me bibe sîwanek ji tevahî jinan re, me navê rêxistina xwe guhert. Êdî rêxistina me ji Yektiya Star ber bi Kongreya Star ve şaxên xwe vedan. Bi mezinbûna rêxistinê re jinên ji tevahî pêkhateyên li ser vê erdnîgariyê tevalî me bûn.  Bi tevlîbûna jinên ereb, sûriyan, aşûr,  tirkmen me nexşeyeke rengîn çêkir.  Ger rêxistina Kongreya Star ne hatiba avakirin, me nikarîbû em sîstemeke demokratîk jî ava bikin û projeya Netewa Demokratîk pêk bînin.”
 
'Jinan di rêxistinkirina şoreşê de rola sereke lîst '
 
Gulîstanê bal kişand ser guhertin û veguhertinên ku Rêxistina Kongreya Star bi xwe re anîne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Bi şoreşa Rojava re jinê roleke sereke di rêxistinkirina civakê de lîst, vê yekê hîşt ku bawerî di navbera jinên civakê û rêxistinê de çêbibe. Jinan bi hev re daxwaza maf û azadiya xwe kirin û di encamê de şoreş veguherî şoreşa jinan. Li hemû qadên civakê em amade bûn û  me saziyên xwe yên jinan jî avakirin. Guhertinên me yên bingihîn jî ew bûn ku êdî asta zanebûna jinê bi riya perwerdekirinê xurt bû û ji nava çar dîwarên malê jin derketin û cihê xwe di xebatên cur be cur ên ji bo şoreşê de girtin. Êdî jin bi rengê xwe tevdigeriyan û di pêşkêşkirina nêrîn, çareserî û projeyên xwe de xwedî rol û misyon bûn.”  
 
‘Ji bo azadiya jinê  em ê têbikoşin’
 
Gulîstanê di dawiyê de banga bilindkirina têkoşînê li tevahî jinan kir û wiha dawî li gotina xwe anî: “Li dijî zîhniyeta mêrê serdest wê têkoşîna me dewam bike. Em hêvî dikin ku hemû jin xwe di nava Rêxistina Kongreya Star de  bibînin û xwedî li têkoşîna xwe derbikevin.”