'Ez li hêviya mizgîniya rizgarkirina gundê xwe me'

  • 09:02 14 Çile 2021
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Ayişa Şêx Salih a ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçî gundê Til Rumanê bûye, rêwîtiya koçberiya xwe anî ziman û daxwaz kir dewleta tirk li ser sûcên ku derheqê wan de pêk aniye were cezakirin.
 
Her koçberek xwedî çîrokeke kûr û dirêj e ku rêwîtiya koçberiya xwe, bi hesreta dîtina gundê xwe ji dûr ve, vedibêje. Ayişa Şêx Salih a 45 salî, ji gundê Sodayê yê hatiye dagirkirin ê navçeya Til Temirê  ye. Ayişa neçarî koçberiyê bû û her tişt li peyî xwe hişt, niha tenê hawûzê avê yê gundê Til Rumanê bi dest wê ketiye û tevî hevjînê xwe dijî. Ayişayê derbarê rêwîtiya koçberiya xwe de axivî. 
 
'Bendewariya vegerê zindî ye'
 
Ayişayê roja ku neçarî koçberiyê bû, dîsa bi bîr anî û wiha got: "Di jiyana me ya beriya dagirkeriyê de me debara jiyana xwe bi çandiniya ceh, genim, pembo  û xwedîkirina lawiran, dikir. Lê dema ku dagirkeran berê xwe dane gundê me, em neçar man ku derkevin. Me bi lez tenê du balîf, betaniyek û qûtîkek av girt û em ber bi Til Temirê ve meşiyan. Ji ber temenê min yê mezin û hevjînê min yê 70 salî, em hefteyekê di rê de man. Di destpêkê de em çûn cem malbata xwe ku ew jî niha di xeta agir de ne û paşê em li gundê Til Rumanê bi cih bûn. Kêliya ku min pişta xwe da mala xwe, ez di nava rondikên çavên xwe de dixeniqîm. Min xwe avêt axê û maç kir û wisa derketim. Dîsa min li gund mêze kir û got: ‘Em dereng namînin, em ê zû vegerin’, heya niha jî ez bi wê hêviyê dijîm. Piştî derketina min a ji gund, ez di pêvajoyeke pir giran re derbas bûm, li kêleka êşa koçberiyê ez nexweş jî ketim. "
 
'Çeteyan gefa kuştinê li min xwarin'
 
Ayîşayê wiha ji me re behsa çend rojên ku li gund ma ye û tiştên ku pê re rû bi rû ma ye kir: "Di Sibata 2020'an de carekê ez çûm e gundê xwe, da ez mala xwe bibînim. Lê ez rastî pir tiştan hatim, yek jê çeteyên ku gundê me dagir kiribûn tenê dîwarê mala min hiştibûn. Yên din hemû dizî bûn. Dîsa li wir dilê min ranekir ku ez keda xwe ya bi dehan salan min, were dizîn bibînim, loma min bi dengekî bilind kir qîrîn û giriyam. Di wan 5 rojên ez li gund bûm, ez di nava tirsê de bi çeteyan re jiyam. Min hez nedikir ku li rûyê wan çeteyan binêrim, dema ku min wan didît jî ez dilerizîm ku destdirêjî min bikin. Li cihên di bin dagirkeriyê de ewlehî û aramî tune ye. Di destpêkê de dema ku ez derbasî mala xwe bûm, çeteyekî çeka xwe xiste serê min û got zû ji vir derkeve, yan na em ê te bikujin. Ruxmî ku gefa kuştinê li min xwarin jî, lê dîsa bi darê zorê ez 5 rojan li wir mam."
 
'Ez li hêviya mizgîniya rizgarkirina gundê xwe me'
 
Ayişayê cihê ku lê dimîne û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimîne jî wiha anî ziman: "Niha em di mangeya hawîzê avê de dijîn. Her tiştê mala me wekî derî û pêdiviyên din ji mirovekê/î me peyda kir. Pencere jî me bi keviran lê kiriye û girtiye. Li hewşê  jî min çend mirîşk anîn û wan xwedî dikim. Nan jî ji hefteyê carekê tê û ez xwarinê jî li ser êgir çêdikim. Ez li ber dîwarê hawîz rûdinêm û dihizirim bê feleka xayin çi anî serê me. Ya ku herî zêde guhê min bendewarê bihîstina wê ye, mizgîniya rizgarkirina gundê min û vegera wê ye. Ji  xwe ji dema ku em ji gundê xwe koç bûne, laşê me ji nexweşiyan baş nebûye. Hevjînê min ji dema ji gund derketiye heya niha, her bi êşa serî, ling û pî de rû bi rû dimîne." 
 
'Bila dewleta tirk were cezakirin'
 
Ayişayê daxwazên xwe di dawiyê de anî ziman û wiha got:"Em dixwazin ku dewleta tirk li ser kiryarên ku derheqê me de kiriye, tirsa ku bi me daye jiyîn û dagirkirina wan a axa me were cezakirin. Pêwîst e ku dewleta tirk ji axa me derkeve, da ku em vegerin ser axa xwe. Ez baş dizanim ku kevirek li ser kevirekî nehiştine, lê piştî ku ji axa me derkevin, em ê ji nû ve ava bikin û geş bikin."