ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 14 Çile 2021
  • Rojev
*Ayişa Şêx Salih a ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçî gundê Til Rumanê bûye, rêwîtiya koçberiya xwe anî ziman û daxwaz kir dewleta tirk li ser sûcên ku derheqê wan de pêk aniye were cezakirin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Gulîstan Gulo derbarê salvegra damezrandina Kongreya Star de axivî û got: ”Avakirina rêxistina jinê bi çend jinên pêşeng dest pê kir û îro şaxên xwe li hemû cîhanê belav kiriye. Rêxistina Kongreya Star bû sîwan ji tevahî jinan re.” DÎMEN HEYE
 
*Hejmarên enflasyona TUÎK’ê dîsa ne li gor hesabê jinan bû. Şahîbe Gerçek a teqawît e diyar kir ku enflasyon herî kêm du katê ya hatiye aşkerakirinê û  ev bi dan û standina dike nîşan da. DÎMEN HEYE
 
*Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê 44 roj in didome. Niam Bedel a ku diçe serdana çalakiyê diyar kir ku 6 sal in li ber xwe didin û got: "Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin û hêza me heye ku em xwe biparêz in." Edlê Şemo jî da zanîn ku bi saya zarokên xwe êdî ji dijmin natirsin û heta serkeftinê dê têkoşîna xwe bidomînin. BI DÎMEN 
 
*“Ez, ji ber êşên hevzayendên min dikşînin, zor û zehmetiyên dibînin dizanim, bi morelek mezin li ber xwe didim. Ez ê li ber xwe bidim jî. Ji ber dizanim ku berxwedan jiyane.” JI PÊNÛSA JINÊ 
 
*Şîvekar Ataş ku di nav çalakiya greva birçîbûnê de cih digire destnîşan kir ku bila êdî gel qîrîna wan bibîhîze û wiha got: “Divê ev sal bibe sala azadiya Rêberê me. Çalakiya me jî li ser vê mijarê ye. Serokê me azad bibe ew ê Kurdistan jî azad bibe. Bila gelê me jî li ser vî esasî nêzî çalakiya me bibin.”
 
*Jinên ji navçeya Eyn Îsayê di derbarê êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser navçeyê  nêrîna xwe anîn ziman û wiha gotin: "Rewş li Eyn Îsayê êdî nema aram e. Em dewleta tirk li ser axa xwe naxwazin, bila êdî sînorek ji dewleta tirk re bê danîn. Ji barê koçberiyê em westiyan." DÎMEN HEYE
 
*Pirsgirêka avê ya gundê Yedî Kilise ya navçeya Îpekyol a Wanê bi salane didome. Tevî ku gundî ji bo çareserkirinê serî li şaredariyê didin jî pirsgirêk nehat çareserkirin erdên hatine çandin jî ji ber avê hişk bûne. Jinên avê ji qada gund tînin. Gundî banga çareseriya pirsgirêkê dikin. BI DÎMEN 
 
*Meclîsa Şehbayê dê li Şehbayê li ser êrişan daxuyaniyê bide (12.00)
 
*Ew ê pêşangeha jinên ciwan a derbarê berxwedana zindanan de li Şehbayê bê lidarxistin. (12.00)
 
**Doza Hevşaredara Savurê Gulistan öncuya ku piştî li şuna wê qayum hat tayîn kirin hate girtin. Wê di dadgeha giran ya 2'yemîn a Mèrdînê de were dîtin.
 
*Doza dayika Xewlat a ku di pèvajoyên greva birçîbunè de di çalekiyê de bi tundiyè re hate girtin ji wè li dadgeha giran ya 4'emîn a Mêrdînê de were dîtin.