Li Silêmaniyê jinan banga azadkirina çalakvanên Behdînanê kirin

  • 16:58 13 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Xaniman a Nerazî li bajarê Silêmaniyê dijî gendelî û rewşa xirab ya jiyana xelkê çalakiyek nerazîbûnê lidarxist. Desteyê xwest mûçeyê karmendan bi awayek asayî were dayîn û banga azadkirina kesên li Herêma Behdînanê hatine girtin kir.
 
Desteya Xaniman a Nerazî li ber derê Baxê Giştî ya bajarê Silêmaniyê, dijî sîstema hikumraniya Herêma Kurdistanê, gendelî û rewşa xirab ya jiyana xelkê çalakiyek nerazîbûnê lidarxist. Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya ji aliyê Siruşt Hewar ve hatî xwendin.
 
Sirust diyar kir ku jiyana xelkê di rewşek xirab de derbaz dibe û hikûmet jî ji bo başkirina xelkê tu hewldanek nake û wiha got: “Birsîkirina xelkê ya ji aliyê hikûmetê ve dewam dike, ji bo vê wek Xanimên Nerazî em dengê xwe dijî zilm û zordariyê bilind dikin. Divê demek zû de hemû xwepêşandarên hatine girtin, werin azad kirin. 
 
Her ku diçe bêrêziya li hemberî mamostayan zêde dibe, beşa perwerdeyê jî ji holê radibe. Ji bo vê divê hikûmet mûçeyê mamosta û karmendan bide. Pêwîste hemû mamosta û çalakvanên li Herêma Behdînanê hatine girtin, werin bendan. Em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”