Çalakiya gireva birçîbûnê di roja duyem de dewam dike

  • 16:15 13 Çile 2021
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger , bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser kevin" ji bo piştigiriya berxwedana zîndanan û rakirina tecrîda girankirî ya  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, konê gireva birçîbûnê duh hat vedan û çalakiya hat destpêkirin di roja duyem de dewam dike.  
 
Bi armanca piştgiriya berxwedana zindanan û rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan , Tevgera  Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya konê gireva birçîbûnê dan destpêkirin û çalakî di roja duyem de li parka navenda Netewên Yekbûyî (NY) a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê dewam dike. Di roja duyem de Endamên Meclîsa navçeya Xerbî ya bajarê Qamişloyê serdana konê piştgiriyê ku lê çalakiya grevê tê lidarxistin kirin. Konê piştgiriyê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan,  pakrewanên azadiyê û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hat xemilandin. 
 
'Bi dil û can em piştgiriya berxwedana zîndanan dikin'
 
Piştî deqeyik rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Rêvebera Meclîsa navçeya Qamişloyê Semîra Mihmed berxwedana zîndanan silav kir û got: "Em berxwedana zîndanan silav dikin, pêwîste em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê xwedî li hevalên xwe derkevin û bi çalakiyên cur bi cur piştgiriya wan bikin. Li her derê Kurdistanê gel ji bo piştgiriyê li ser piyane û destekê didin gireva birçîbûnê. Dewleta tirk hertim jinan dike hedefa xwe û kiryarên qirêj li ser wan dide meşandin. Em wek jin bi hemû netewan re bi dil û can piştgiriya hevalên xwe dikin û hertim ji bo wan di nava çalakiyan de ne."
 
Paşê Endamên Meclîsa Bajarê Qamişloyê berê xwe dan ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Bajarê Qamişloyê Şemsîxan Gulo ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
"Dewleta tirk kesên ku xwedî li mafên mirovan derdikevin wan dîl digire. Gelên ku bi hezarê salane li ser vê axê tekoşîn û berxwedan dane, hene. Hertim dirûşma me berxwedan e, me bi 3 kesan dest pê kir û niha jî em bûn bi milyonan û li ser xeta pakrewanên xwe dimeşin. 
 
Em êdî nema êrîşan li ser axa xwe qebûl dikin. Di vê saziyên mafê mirovan  hesabê kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan  bidin. Niha hevalên me di zîndanên Tirkiyeyê de ji bo rakirina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo ketine gireva birçîbûne, em jî bi hemû pêkhateyên xwe piştgirî û destekê didin hevalên xwe û berxwedana wan silav dikin."