Salvegera Kongreya Star bi şahiyekê hat pîrozkirin

  • 15:03 13 Çile 2021
  • Rojane
KOBANÊ - 16'emîn damezrandina Kongreya Star li bajarokê Sirînê bi şahiyekê hat pîroz kirin. Di şahiyê de endama meclîsa navçeya Çelebiyê Xedîce El-Farias axivî û got: "Kongreya Star bingeha azadiya jin û jiyanê ye. Avakirina Kongreya Star li ser mîrasa jinên berxwedêr hatiye damezrandin. Ji bo jin bighêjin mafê xwe û bibin xwediyê biryar, gelek ked hat dayîn"
 
Damezrandina Kongreya Star ya 16'e mîn ji aliyê bi sedan jinan ve, li navenda Çand û Hunera bajarokê Sirînê ve hat pîrozkirin. Di hola şahiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hersê jinên pêşeng ku di komkujiya gundê Helincê de hatin qetilkirin Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne Mihemed Weysî, alên Kongreya Star û alên YPJ'ê hatibûn xemilandin. Jin bi cil û bergên kurdî beşdarî şahiyê bûn. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê axaftin ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star ya bajarokê Sirînê Buşra Xilas, li ser navê Meclisa navçeya Çelebiyê Xedîce El-Farias û bi navê Komîteya Perwerdê Xoza Ehmed hatin kirin. 
 
'Bi keda jinên pêşeng em gihîştin vê rojê'
 
Buşra Xilas 16'emîn salvegera Kongreya Star li tevahî jinan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan pîroz kir û wiha got: "Ev roj ji bo hemû jinan rojeke girîng û dîrokiye. Ji ber bi damezrandina Kongreya Star re jin ber bi azadiyê ve meşiyan. Kongreya Star nasnemeya hemû jinên cîhanê ye, li dijî kiryarên dewleta tirk û çeteyên jinan bi hêzeke xurt kanibûn hêza DAIŞ'ê têk bibin, heya niha jî jin bi hemû cureyên çalakiyan di nava xebatekê de ne. Her wiha li beramberî hişmendiya civakê  jî di nava têkoşînê de ne. Heya roja me ya îro jî jin li herêmên dagirkeriyê rastî hemû kiryarên qirêj tên, ji bo vê jî em bang li tevahî jinan dikin ku li dijî faşîzma dewleta tirk, kujerê jinan bisekinin."
 
'Kongreya Star bingeha jiyanê ye'
 
Her wiha Xedîce El-Faris jî axivî û wiha anî ziman: "Kongreya Star bingeha azadiya jin û jiyanê ye, avakirina Kongreya Star li ser mîrasa jinên berxwedêr hatiye damezrandin. Ji bo jin bighêjin mafê xwe û bibin xwediyê biryar, gelek ked hat dayîn. Ji bo vê jî divê em hîna rêxistina xwe berfirehtir bikin. Bi saya rêxistina Kongreya Star gelek jin hatin perwerde kirin, vaye îro em dibînin jinan cihê xwe di nava hemû beşên jiyan de girtiye."
 
'Bi saya jinên têkoşer rêxistin hatin avakirin'
 
Xoza Ehmed jî wiha axivî û got: "Di serî de em vê rojê li şehîdan pîroz dikin, bi saya têkoşîna jinên şerker û têkoşer îro rêxistinên jin hatin avakirin û gelek beşên xwe berfireh kirin. Piştî rizgarkirina bajarokê Sirînê ji çeteyên DAIŞ'ê, êdî jinên Ereb jî cihê xwe di nava sazî û tevgerên jin de girtin. Ji ber di hişmendiya mêrê ereb de nabe ku jin cihê xwe di saziyan de bigre tenê divê jina ereb ya malê be û xizmeta zarokên xwe bike." 
 
Paşê bi navê saziya Eletirîkê Qemer Ebo Noma nameya pîrozbahiyê xwend û damezrandina Kongreya Star pîroz kir. 
 
Piştre Xalid Ehmed û Ebdurehman Kino helbest pêşkêş kirin û Arif Qehro jî stran got. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.