Ji bo 9 parlamenterên HDP'ê fezlekeya Kobanê

  • 14:47 13 Çile 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Ji bo 9 parlamenterên HDP'ê ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di nav de fezlekeya kobanê tên amadekirin.
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yên berê jî di nav de derbarê 108 siyasetmedaran de “Doza Kobanê” hatibû vekirin. Piştî doz hat vekirin derbarê parlamenterên HDP'ê yên niha ku di dema çalakiyên 6-8'ê Cotmeha 2014'an de di MYK'a partiyê de cih digirtin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dest bi amadekirina fezlekeyan kir.
 
Ji bo 9 parlamenteran fezleke
 
Di fezlekeya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê amade kir de hat îdiakirin ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Cîgirên Serokokatiya Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, parlementer Garo Paylan, Huda Kaya, Sezaî Temellî, Pero Dundar, Fatma Kûrtûlan û Serpîl Kemalbay çalakiyên Kobanê bi gel dane kirin. 
 
Hat diyar kirin ku fezlekeyên ku dozgeriyê amade kirine ji bo ku ji Meclîsê re bên şandin, dê ewilî ji bo Wezareta Dadê werin şandin.