Dayikên Gerîla: Parêzvanên nasnameya Gelê Kurd gerîla ne

  • 14:25 13 Çile 2021
  • Rojane
 
HESEKÊ - Dayikên Gêrîla yên navçeya Til Temirê, di daxuyaniya ku dan de tekez kirin ku ew dayikên gerîlayên Kudistanê ne û gerîla parêzvanên nasnameya Gelê Kurd in.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên ku li ser qadên Parastina Medyayê pêk tên, Dayikên Gêrîla yên navçeya Til Temirê daxuyaniyek li Saziya Malbatên Şehîdan, dan. 
 
Dayika Gerîla Dîlber û şehîd Jînda, Hemdiya Kûtê daxuyanî da û wiha got: "Komploya ku li dijî Gelê Kurd û Gerîlayan pêk tê, pir mezin e û komployeke navneteweyî ye. Êrîşên ku li ser zarokên me yên gerîl tên kirin, em bi tundî şermezar dikin. Eger gerîla nebûya, îro Gelê Kurd wê bi komkujiyan bihata tunekirin. Lê Gerîla parêzvanên dîrok û nasnameya Gelê Kurd in.  
 
Gerîla dikarîbû ku Gelê Kurd ji pêvajoyên pir zehmet derbas bike û bihêle ku li ser piyan bisekine ku îro ji aliyê gelek dewletan ve rastî êrîşên pir dijwar tê. Fikir û felsefeya ku gerîla belav dike, ne li gorî berjewendiyên dewletan e, ji lewra îro her kes li hember hêzên gerîla bûne yek û di vê komployê de cih digrin. Gerîla zarokên me ne, em jî dayikên hemû gerîlayên Kurdistanê ne. Bila Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji Gerîla berde û nebe lîstok di destê dewleta tirk de û şerekî di nava kurdan de dernexe. Ji her demê zêdetir îro pêwîstiya Gelê Kurd bi yekîtiyê heye. Em ê bi vîna Dayikên Gerîla û şehîdan komployê têk bibin û Rêber Apo azad bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd Namrin" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.