Li Mexmûrê koma 14’emîn greva birçîbûnê dewir girt

  • 13:33 13 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, koma 14’emîn dewir girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê mijdarê de, li dijî tecrîda girankiriya ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê koma 14’emîn dewir girt. 
 
Çalakvanên koma 13’emîn bi van gotinan çalakî dewrî koma 14’emîn kir: "Weke tê zanîn ji aliyê KCK’ê ve li hemberî konsepta şer û êrîşê yê hikûmeta AKP-MHP pêngava 'Dem dema azadiyê ye' hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de çalakiyên cur bi cur tên meşandin. Girtiyên azadiyê jî bi mîrasa Mazlum Dogan û Kemal Pîran girtine, ev 48 roj in dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Di çarçoveya dem dema azadiyê de me jî weke gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî û azad kirina fîzîkî ya rêbertiya me, çalakiyên greva birçîbûnê dane destpêkirin.
 
Desthiladariya AKP-MHP bi hemû hêza xwe êrîşî gel û rêbertiya me dike. Lê tîfaqa AKP-MHP û Ergenekonê dema xwe ya herî lewaz jiyan dike. Tekane rêya hilweşandina vê faşîzmê û azad kirina rêbertiya me mezin kirin û bilind kirina berxwedanê ye. Êdî dem dema azadkirina rêbertiyê ye. Dîlgirtina rêbertiyê li Îmraliyê dîlgirtina îradeya gelên bin dest û mirovahiyê ye. Rêber Apo bi fikir û ramanê xwe bûye rêbertiyeke gerdûnî. Ji bo wê jî em weke gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî heta azadkirina rêbertî em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em weke koma 13’emîn serkeftinê ji koma 14’emîn re dixwezin.’
 
Merasîma dewirgirtinê çalakiyê bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe" , "Bijî berxwedana zîndanan" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.