Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 43 roj in didome

  • 12:27 13 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 42'yan de berdewam dike.
 
Çalakiya ku 43 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hat destpêkirin. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.
 
Endama Meclîsa Jinan Nazê Seydo li ser berxwedanê axivî û got: “Li dijî peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an ku di navbera hikûmeta Iraq û Hewêrê li ser Şengalê hate îmzekirin, em di nava berxwedanê dene. Em bi tu awayî vê peymanê qebûl nakin, berxwedana dayîk, ciwan û hemû xelkê Şengalê 43 roj in dewam dike. Heya Iraq bersivek erênî nede, em ê dev ji çalakiyên xwe yên rewa bernedin.”