Nuarîn û Denîz Deman: Em ê bibin dengê girtiyan

  • 09:12 13 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan daye destpêkirin di roja 48’emîn de didome. Hunermend Nuarîn û Denîz Deman gotin daxwazên girtiyan gelek girîngin û helwesta hikûmetê ya li dijî grevan nayê qebûlkirin. Hunermendan got divê demildest daxwaz bên qebûlkirin û em bibin dengê girtiyan.
 
Li girtîgehan girtiyên siyasî bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bidawî bibin di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Grev roj bi roj mezin dibe û desthilatdarî jî berxwedanê ji nedîtîve tê. Di serî de malbatên girtiyan, nivîskar, siyasetmedar, parêzvanên maf û hunermend piştgiriyê didin grevê û daxwaz dikin ku daxwazên girtiyan bên cih. Hunermend Nûarîn û Denîz Deman jî piştgiriya xwe anîn ziman û banga divê demildest daxwaz bên qebûlkirin kirin.
 
‘Em ê bibin dengê girtiyan’
 
Nuarînê balkişand ser sedemên destpêkirina grevan û got di dîrokê de kesên li ber xwe dane her tim qezenc kirine û faşîzm jî her tim mahkumê windakirinê ye û wiha pê de çû: “Ligel berxwdanê êrîşan jî her tim berdewam kiriye. Girtî niha di berxwedanek mezin de ne. Xwezî me li derve zêdetir berxwe bidana û hevalên me yên girtî neketiba grevê. Bêguman berxwedana li derve mezine, qezenc hene lê ev nayê wateya ku ev têr dike. Niha girtiyan barê giran girtine ser milên xwe. Ji bo bigihêjin armanca xwe têdikoşin. Em ê bibin dengê gitiyan.”
 
‘Divê em xwedî li têkoşîna xwe derkevin û mezin bikin’
 
Nûarînê bi lêv kir ku ew naxwazin ji girtîgehan agahiyek neyînî bigirin û ev tişt anî ziman: “Salên berê di alî fîzîkî de texrîbat li ser girtiyan kiriye û bi pandemiyê re rîsk mezin bûye. Di pêvajoya grevê ya salên berê de gelek girtiyan çalakiya fedayî pêk anîn. Em naxwazin ji girtîgehan agahiyên neyînî bigirin. Divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Li girtîgehan îşkenceyek mezin heye. Divê em barê hevalên xwe sivik bikin. Banga me ji bo her kesiye, em bibin dengê zindanan û bila cenaze ji zindanan dernekevin. Em dikarin li derve çalakiyên cuda cuda bikin.”
 
Denîz Deman jî daxuyakirin ku di dîroka Kurdistanê de berxwedanên zindanan cihekî girîng digirin û pştî 1980’yî darbeya leşkerî şûnde berxwedanên zindanan mohra xwe li dîrokê dane. Denîzê got girtiyan bi rêgeza ‘teslîmiyet îxanetê, berxwedan azadiyê tîne’ li ber xwedane û got: “Binpêkirinên îro tên kirin, dijhiqûqiya pêk tê OHAL bezandiye. Êrîşên hovane didomin. Rêberê Kurdan tecrîd dikin, îradeya Kurdan xesp dikin qeyûman tayîn dikin, li gel îşkencê dikin, siyasetmedaran davêjin zindanan, li jin û zarokan destdirêjî û tecawizê dikin. Xizan û kedkaran bi birçîbûnê terbiye dikin.”
 
‘Girtî li ber xwe didin’
 
Denîzê bal kişand ser tecrîdê û got li Tirkiye û Kurdistanê hemû muxaîf û kesên lêgerîna maf de ne tên tecrîdkirin û wiha pê de çû: “Navenda sereke ya van zextan girtîgehin û li aliyê din jî Abdullah Ocalan bi salane girtî ye. Binpênkirinên mafan yên li girtîgehan gihiştine asta herî jor. Girtî li dijî binpêkirinan û tecrîdê ketin grevê. Girtî carek din bi berxwedana herî giran li ber xwe didin.
 
‘Wê faşîzm winda bike’
 
Denîzê di berdewamiyê de balkişand ser berxwedana girtiyan û got ji bo bidawîbûna grevan bertekên li derve tên nîşandan wê gelek bi bandor bin û got: “Dewleta li dijî vê bêdeng dimîne wê bibe hevkarê sûc. Di demek nêz de grevên birçîbûnê rojiyên mirinê û berxwedana dayikan bi rejîma yek kesî şûnde gav da avêtin. Piştî salan şûnde parêzer çûn Îmraliyê sedema vê jî mezinbûna têkoşînê bû. Wê berxwedêr dîsa bi ser kevin û faşîzm winda bike.”
 
‘Divê hunermend berxwedanê rêxistin bikin’
 
Denîzê her wiha bi lêv kir ku bi mîlyonan kes Abdullah Ocalan wek rêber qebûl dikin û ji ber vê jî yên tên tecrîdkirin ne keseke bi mîlyonan kes in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şexsê Abdullah Ocalan de hemû civak tê tecrîdkirin. Li her qada jiyanê ev tê dîtin. Krîza aborî, xizanî, pirsgirêkên perwerdê, di qada tenduristiyê de têkçûn raste rast girêdayê tecrîd û neçareseriyê ye. Di vê pêvajoyê de bêguman pirsgirêka herî sereke ya azadiyê ye. Ji ber vê divê hunermend berxwedana civakîrêxistin bikin. Her wiha divê jin li dijî tecrîdê hîn bêtir dengê xwe bilind bikin.”