Li girtiyên ku divê bên tehliyekirin poşmanî tê ferzkirin

  • 09:12 13 Çile 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Malbatên girtiyên ku cezayên wan qediyane û divê bên tahliyekirin, diyar kirin ku li zarokên wan poşmanî tê ferzkirin û gotin: "Em cem zarokên xwe ne û tu aliyê wê yê hiqûqî nîne. Em banga piştgiriyê li raya giştî dikin." 
 
Girtiyên bi navê Dîdar Boza, Ceylan Bozkurt û Merve Nur Îşleyîcî ku di 9’ê çilê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê înfaza wan qediya, bi hinceta Rêziknameya Derbarê Nirxandin Girtiyan ya bi Navendên Şopandinê nehatin tahliyekirin. Li gorî agahiyên ku girtiyan dane xizmên xwe di 29’ê kanûna 2020’an de ku serokatiya dozgeriya girtîgehê jî nav de, heyeta ji 9 kesî ku psîklog, civaknas û pisporên teknîk jî têde, çûne serdana girtiyan û rewşa wan ya baş hatiye nirxandin û bi biryara di 1’ê çile de derxistine re pêşî li ber tahliyeya wan hatiye girtin. 
 
Dîda Boza, Ceylan Bozkurt û Merve Nur Îşleyîcî ku li Zanîngeha Suleyman Demîrel a Ispartayê xwendekar bûn bi hinceta tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûne hatibûn girtin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê 6 sal û 3 meh ceza lê hatibûn birîn û ev ceza ji çarî yek hatibû daxistin û bibû 4 sal û 8 meh. Înfaza wan di 9’ê çile de qediyabû lê bi biryara ku di 1’ê çilê de hatibû derxistin pêk nehat. Xizmên girtiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku wê îtîrazên xwe bikin û banga piştgiriya rayagiştî kirin. 
 
Poşmaniyê li girtiyan ferz dikin
 
Dayika girtî a Dîdar Boza, Nazli Boza got di 8’ê çileyê 2021’ê de bi keça xwe re bi telefonê axiviye û got: “Lijneya Rewşa Baş gazî Dîdarê kiriye û gotiye ‘dema tu derkevî tuyê çi bikî, tu poşmanî? Malbatek we ya li bendê we heye an na?’ Li gorî rêziknameya di 1’ê çilê de hatiye derxistin wê di 6 mehan carê de ev hevdîtinên wisa bên kirin. di 7’ê kanûnê parêzer çû girtîgehê. Ji memûrê înfazê yê girtîgehê pirsîne û wan jî tune tu pirsgirêk tune. Lê keça min di telefonê de got ‘kaxizek dan destê me, em nayên tahliyekirin.’ Hincet jî ev e ku bi endamên rêxistinê re di heman koxuşê de mayîn, poşman nînin, daxwaznameyên ji bo yek tîp cil û berg hatine dayînê ne. Her wiha nameyên ji komîsyonê derbas bûne jî sûc hatine nivîsin. Yanî gelek hincetên vala nivîsine. Di şefekê de nivîs nivîsine, dane destê Dîdarê û tahliye nakin.”
 
‘Pêkanînek biçûkxistinê ye’
 
Nazliyê bi lêv kir ku ji qanûnê agahiya wan tune û qanûnen dij hiqûqiye û wiha got: “Înfaza keça min qediya. Pêkanîn ne adîlaneye. Keça min sûcekî edlî nekiriye. Keça min tu car jî wê qebûl neke ku biçe cem girtiyên edlî. Derbarê vê de 15 rojan mafê îtîraza me heye. Ev biryarek polîtîke. Biryara dîlgirtinê ye. Em malbat dixwazin zarokên me demildest bên berdan. Em wek malbat wê dengê xwe bidin bihistin û mafên xwe yên demokratîk daxwaz bikin. Em bi komîsyonên HDP û CHP’ê re ketin têkiliyê û em ê îtîrazên xwe bikin.”
 
‘Em ligel zarokên xwe ne’
 
Dayika Ceylan Bozkurt jî, Turka Bozkurt bertek nîşanê rewşê da û destnîşan kir ku pirsa ‘hûn poşmanin an na’ ji keça wê kiriye û dirêjî da axaftina xwe: “Pirtûk xwendiye, qaşo pirtûk ji destê wan derbas dibin. Zarokên me gotine ku me tiştekî poşmaniyê nekiriye. Wan jî gotine ‘dema hun derkevin hunê çi bikin?’. Wan jî gotin em xwendekarin em ê bixwînin. Zarokên me ne tenê ne. Em heta dawî ligel wane. Bila ew jî vê baş bizanin. Em vê heqeretê qebûl nakin ev zilm e.”
 
'Naxwazin zarokên me tehliye bibin'
 
Dayika Merve Nur Îşleyîcî jî wiha got: “Du meh berê lêpirsîna dîsîplînê ya ragîhandinê li keça min hat vekirin. Ji ber vê di rûniştina yekem a doza hatiye vekirin de ceza hat birîn. Me îtîrazê ceza kir. Doz didome. Lêpirsîna dîsîplînê didome. Ji ber vê nivîsekê der barê tahliyeyê de didin. Yanî keça min tahliye nebû. Berê kesên lêpirsîna wan berdewam dikirin dihatin berdan. Bi hinceta naxwazin zarokên me tahliye bikin. Keça min ji xwe 4 sal û 9 mehe girtiye. Dixwazin wê salek û 7 mehê din jî di hundir de bihêlin.  Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin. Di vê mijarê de hewcedarî bi piştgiriya raya giştî jî heye.”