'Bila dayik destên hev bigirin û ji bo yekitiyê têkoşînê bidin'

  • 09:11 13 Çile 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên ku ji bo yekitiya neteweyî a kurd bang kirin gotin ku li dijî êrîşên li ser kurdan yekitiya netweyî wekî mertal e. Bila dayik destên hev bigirin û ji bo yekitiyê têkoşînê mezin bikin.    
 
Gelê Kurd bi sedan sal e ji bo rizgarkirina axa xwe têkoşîn daye.  Lê li gel vê berxwedanê jî her êrîşî wan hatiye kirin û di komkujiyan re hatine derbaskirin. Herî dawî jî gengêşiya li başûrê Kurdistanê ya di nav kurdan de Gelê Kurd dike nava fikaran û dibe sedema rexneyan. Li hemberî vê gengêşiya li Başûr kurd banga yekitiya neteweyî dikin. Jinan li dijî van gengêşiyan banga yekitiya neteweyî kirin û gotin ku bila êdî kurd bes bên lîstikên dewltên serdest. 
 
‘Heke em bibin yek tu hêz nikarin bi me’
 
Halîme Topuz anî ziman ku kengî kurd ji bo doz û mafên xwe rabûne ser piyan di komkujiyan re hatine derbaskirin, êrîşî wan hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku kurd nebin yek hertim dewletan di nav wan de tevlihevî derxistine. Ji bav û kalên me de heta niha di dîroka kurdan xwe bi du xetên herî girîng ya îxanet û berxwedanê nîşan daye. Hertim ev du xet li pey hev bûne. Ji ber ku kurd nebûne yek îxanet di nav kurdan d bêhtir pêş ketiye. Ger ku em bibin yek em ê neçin yek bi yek. Heke îro di nav partiyên kurdan de yekitî hebûya wê hemû kurdan hêz ji wan bigirta. Wê tu hêz nikaribûya li pêşberî me bisekiniya. Yekitiya me li dijî êrîşên li ser me wekî mertal  wê bi sekiniya.”
 
‘Em dikarin dîroka xwe ji nû ve binivîsin’
 
Halîme diyar kir ku Gelê Kurd bi sedan salan e li pey serxwebûna welatê xwe ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Kurd ji bo serxwebûna welatên xwe sirgûn bûn, hatin darvekirin, bi qirkirinê re rûbirû man û li her deverên bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi salan e di girtîgehan de ne. Em azadiya  xak, ziman, çand û dîroka xwe dixwazin. Êdî em naxwazin bindest bimînin û dewletên din li ser me bibin xwedî maf. Em ê bi yekitiya xwe mafên xwe bidest bixin. Ez bang li tevahî kurdan dikim û dibêjim ku îro ji bo azadiya serokatî û gel bi hezaran kurd li girtîgehan di bin îşkence û zilmê de ne. Bila êdî kurd şiyar bibin û ji bo yekitiya xwe têbikoşin. Em dikarin dîroka xwe ji nû ve binivîsin.  Bila êdî neyên listîkan dewletan. Jixwe bi sedan sal e kurdan ji ber listîkên dewletan winda kirine. Bila vê carê winda nekin û bigihîjin azadiyê.”
 
‘Kurdîstan ji bo dewletan wek xezîneyekê ye’
 
Kurdistan ji aliyê çandinî, aborî,  heyînên sererd û binerd, xweza û çandî de dewlemend e. Loma Kurdistan ji bo dewletan wekî xezineyekê ye. Ji ber vê yekê yekitiya me ji bo wan wekî çiyayekî mezin e.  Em tenê bi yekitiya xwe dikarin van destên qirêj ji ser axa xwe hilînin. Niha li Rojhîlata Navîn qeyranek mezin heye. Tirkiyê her ku diçe di nav vê qeyranê de dihele. Loma em vê sedsalê dikarin ji xwe re bikin wekî derfetek.”
 
‘Pêwîste ku rêya deriye Îmraliyê vebe’
 
Xezal Yildirim jî diyar kir ku kurd tenê aştiyê dixwazin û wiha got: “Em li her çar parçeyên Kurdîstanê ji ber ku nebûne yek, berdelan didin. Bila kurd xwe bikin yek. Bila ev zilm biqede û aştî pêk were. Ji ber vê jî pêwîst e ku deriye Îmraliyê vebe. Bi vî awayî zarokên me jî ji girtîgehan wê derkevin û ji bo tevahî gelên Rojhîlata Navîn aramiyek wê pêk were. Em wek dayik naxwazin êdî di nav kurdan de şer û pevçûn pêk bên. Bila bi tu awayî xwîna kurdan nerijê. Divê Barzanî bi dijminê kurdan re nekeve îtîfaqan. Bila hemû dayik rabin, destên hev bigirin û ji bo yekitiyê têbikoşin.”