Ciwanên Êzidî bi xebatên çand û hunerê xwe bi rêxistin dikin

  • 09:10 13 Çile 2021
  • Rojane
Evîn Zenda - Elmas Nayîf
 
ŞENGAL - Jinên ciwan ên li Xanesorê di nava xebatên çand û hunerê de cih digirin û bang li ciwanên êzidî kirin û gotin: "Divê jinên ciwan di nava xebatên çand û hunerê de xwe bi rêxistin bikin. Xwebirêxistin xwedî li derketina dîrok û çandê ye."
 
Êzidî piştî fermanê hewldan ku li gelek qadan rêxistinbûna xwe pêş bixin. Niha di qadên wekê civakî, siyasî, ewlehî, jin, ciwanan de xebatên rêxistinbûnê hatiye asteke girîng. Bi taybetî jî di qada çand û hunerê de xebatên girîng tên kirin. Navnîşana jinên ciwan niha bûye Navenda Çand Hunerê ya Sitiyan Nexşan a Xanesorê. Jinên ciwan bi enstumanên xwe berê xwe didin navendê û li vir bi hev re hunera xwe pêş dixin. 
 
Dildar Hisên û Dilvîn Sedûn Xelef bi muzîkê re eleqedar dibin. Her du jinên ciwan ji ajansa me re behsa kar û barê xwe yên rojane kirin. Ji bo jinên ciwan, bi hunerê mirov dikare xwe birêxistin bike û bi hev re pêş bikeve. 
 
3 sal in di nava xebatan de cih digire 
 
Dildara ku 3 sal in di nava kar û barên çand û hunerê de cih digire hezkirina xwe ya hunerê wiha anî ziman: "Ez gelekî hez hunerê dikim. Eleqeya min muzîkê hêj di biçûktiyê dest pê kir. Min xwest ez di vê helê de xwe pêş bixim û wisa jî xizmetê bidim civaka xwe."
 
'Xebatên çand û hunerê xwedî wateyek girîng e'
 
Dildar, da zanîn ku ji bo civaka êzidî her karê ku tê kirin girîng û watedar e û wiha dom kir: "Ez dixwazim ji bo êzidiyan kar û xebatên hêjatir bikim. Ji bo me tevan piştî fermanê avakirina çand û hunerê xwedî wateyek girîng e. Em bi navenda çand û hunerê hînê dîroka xwe dibin û xwedî li dîroka xwe derdikevin. Beriya femanê xebatên bi vî rengî ya jinên ciwan şerm dihat dîtin. Digotin dê jin çawa stranan bêjin, ev tişt nedihat qebûlkirin. Jinên ciwan her tim li malê bi karê malê re mijûl dibûn. Lê piştî fermanê ev feraset bi têkoşîne hat guhertin."
 
'Em naxwazin tiştên berê windabibin'
 
Dildar, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên xwe: "Em hem xebatên xweser û hem jî giştî didin meşandin. Li vir komên me hene. Komên dîlanê û komên muzîkê hene. Her wiha li navendê xebatekê me ya arşîvê hene. Em çîrok û stranên berê kom dikin. Dîsa em tiştên dîrokî jî kom dikin, em naxwazin tiştên berê winda bibin. Karê ku em dikin xwedî li derketina çand û hunera êzidiyan e."
 
Ji bo dayik û asayişê stran amade kirin
 
Dildar, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser plansaziya pêşerojê: "Em dixwazin tevahiya jinên ciwan ên êzidî tevlî xebatên bi vî rengî bibin. Xwe hinê her cûreyên hunerê bikin. Salên me ji bo asayîş û dayikên xwe stran amade kirin û piştre me klîbên van amade kir. Em ê îsal jî xebatên xwe yên klîbên nû bidin destpêkirin. Her wiha armanca me ya serekê jî ew e ku em ê hewl bidin ku ciwan berê xwe bidin navenda çand û hunerê. Xebatên xwe bêtir dewlemend bikin. Her wiha ez bang li jinên ciwan dikim ku tevlî xebatan bibin û bibin pêşêngên civaka êzidî" 
 
'Divê jinên ciwan tevlî xebatan bibin'
 
Dilvîn jî mamostetiya zarokan dike û wiha bal kişand ser xebatên çand û hunerê: "Ez 16 salî me. Ez di nava xwebatên çand û hunerê de cih digirim. Ez ji vî karî gelekî hez dikim. Ez bi van xebatan pêş dikevim. Ez bi taybetî bang li tevahiya ciwanan dikim tevlî xebatan bibin. Parastina me çand, huner û dîrokê girîng e."