Gulîzar Îpek: Bi kampanyayê em ê li dijî tecrîdê serî rakin

  • 09:09 13 Çile 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Çalekvana TJA’yê Gulîzar Îpek têkildarê berdewamkirina kampanya "Em xwe diparêzin" got: “Çawa me sala 2020’î kir sala serhildana jinan em ê îsal ji li dijî tecrîtê serî rakin. Em jin tecrîtê qebûl nakin û em ê bi rêxistinek xurt re tecrîtê têk bibin. Ji ber ku çareserî li îmraliyê ye.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê Îlona 2020'î de, li dijî tecrîda li Îmraliyê, destdirêjî, tecawiz, qirkirina siyasî û êrişên li ser zimanê dayikê strarta kampanya “Em xwe diparêzin” dabû. Di pêvajoya  kampanya ku 4 mehan berdewam kir de TJA’yê çalekiyên cur bi cur li darxistin û di sala 2021’ê de jî biryara berdewam kirina kampanyayê dan. Çalekvana TJA’yê Gulîzar Îpek têkildarê berdewam kirina kampanyayê ji ajansa me re axivî.
 
‘Me li dijî êrişan serhildana xwe bilind kir’
 
Gulîzarê di serî de bal kişand ser pêvajoya kampanyayê ya borî û wiha got: “Me li dijîi tecrît, destdirêjî, tecawiz, qirkirina siyasî û êrişên li ser gelan kampanyaya "Em xwe diparêzin" da destpêkirin ku tam dema wê bû. Çiqas di vê pêcvajoyê de polîtîkayên êrişên taybet zêde bûn jî li dijî wan me rêxistina xwe bi hêz kir. Me encamên serkeftî jî bi dest xistin. Bê guman me jinan dest bi dest sala 2020’î kir sala têkoşîn û serhildana jinê. Ji ber vê sedemê jî me biryara domandina kampanyayê da. Em ê îsal jî bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe bidin berdewamkirin û bê guman em ê bi ser kevin.”
 
‘Mijara me ya îsal tecrît e’
 
Gulîzarê diyar kir ku ew ê di berdewamiya kampanyayê de herî zêde giraniyê bidin ser rakirina tecrîdê û got: “Bi salan e em li dijî tecrîta girankirî a li ser Brez Abdullah Ocalan têkoşînê didin. Bi hezaran girtiyan berî vê jî li dijî tecrîdê ketibûn grevê û îro jî bi heman armancê dest bi çalekiya grevê kirine. Ji bo tecrît were rakirin û aşitiyek mayînde were pêşxistin hewildanek mezin heye. Em pê dizanin ku tecrît herî zêde bandorê li ser jinan dike û pêwîst e jin di rêza pêş de li hemberî tecrîdê sekna xwe nîşan bidin. Ji ber vê jî em ê di berdewamiya kampanya xwe de giraniyê bidin ser rakirina tecîdê.”
 
‘Pêwîst e herkes bibe dengê girtiyan’
 
Gulîzar di berdewamiya axaftina xwe de wiha diyar kir: “Pêwîst e herkes bibe dengê girtiyan. Ji bo mafê wan yê demokratik divê em bi hev re serî rakin.. Ango ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Tê zanîn ku li bajar, gund, tax û hemû kuçeyan me xwe gihand jinan. Em ê cardin xwe bigihînin hemû civakê û jinan. Em ê xwe li dijî tecrîdê rêxistin bikin û hêza xwe ji bo wê bikin yek. Tecrît li ser hemû civakê û li ser hemû jinan tê meşandin. Ji bo civakak demokrat û aşitiyane ji bo civakek ku tê de jin azad be pêwîst e em bêjin êdî bes e. Ji ber ku mifteya çareseriyê li îmraliyê ye.”
 
‘Divê em jin li qadan bin’
 
Gulîzarê herî dawî wiha axivî: “Di van deman de faşizm di asta herî jor de tê meşandin û aliyê muxalif bi her awayî tê bêdengkirin. Pêwîst e tam di vê demê de em li ser lingan bin û paşde gav neavêjin. Ji bo ku em tecrîdê bişkînin  û faşîzmê ruxînin pêwîst e ku em hemû rêxistinên jinan rabin ser piyan. Em dibînin sîstem çiqas li dijî serîrakirina jinan bi bertek e. Ji ber ku dizanin ger jin dev ji berxwedanê berdin wê civak jî terka berxwedanê bikin û ji desthilatdariyê re serî bitewînin. Divê em bi vîneke bi hêz li qadan bin û li dijî tecrîtê têbikoşin.”