'Bi saya Rêveberiya Xweser zehmetiyên koçberiyê kêm dibin'

  • 09:08 13 Çile 2021
  • Rojane
Hesna Mihemed 
 
ŞEHBA - Endama Meclîsa Komîteya Kar û Barên Civakî û jinên Efrînê têkildarî rewşa koçberî û alikariya Rêveberiya Xweser a ji gel re nirxandin kirin. Jinan dan zanîn ku bi hebûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êş û zehmetiyên koçberiyê kêm dibin.
 
Bi dagirkirina Herêma Efrînê re bi hezaran şêniyên resen ên Efrînê koçî Kantona Şehbayê bûn. Ji bo bicihkirina koçberên Efrînê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest bi avakirina kampan kir û niha li Kantona Şehbayê 4 kampên bi navê Berxwedan, Serdem, Efrîn û Veger hatine avakirin. Şêniyên Efrînê bi hêviya vegera Efrînê berxwedana xwe didomînin û bi alîkariya Rêveberiya Xweser jiyana xwe saz dikin. Derbarê jiyana di kampê û alîkariya Rêveberiya Xweser a ji gel re Endama Meclîsa Komîteya Kar û Barên Civakî û jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Gel bi rêya komînan hatin birêxistinkirin' 
 
Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclîsa Kantona Efrînê,  Xatûn Sûltan koçberiya gel û alîkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ji gel re nirxand û got: "Di dema şerê çeteyên DAIŞ'ê de bajar, navçe û gundewarên Şehbayê hatibûn rûxandin. Piştî şêniyên Efrînê koçî Kantona Şehbayê bûn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe saz kir,  ji nû ve bajar ava kir û ji bo koçberên Efrînê 4 kamp ava kirin. Di destpêka koçberiyê de gelek azar hatin jiyîn, lê gel dev ji berxwedana xwe berneda, ji bo vegera Efrînê berxwedana xwe bi hemû awayan domdar kirin. Gel bi rêya komînan hatin birêxistinkirin. Her wiha bilançoya gel di Şehbayê de hate amadekirin. Gund, navçe û bajarên Şehbayê yên ku hatine rûxandin ji aliyên Rêveberiya Xweser ve ji nû ve hate avakirin. Şaredariya gel di avakirina bajêr de roleke sereke leyîst. Her wiha li her komînekê waliyên avê hatin danîn. Di heman demê her meh alîkarî li gel tê belavkirin. Bi hebûna Rêveberiya Xweser, gelê resen ên Efrînê jiyana xwe domandin."
 
'Rêveberiya Xweser êşa me bi me re jiya'
 
Jina bi navê Fatma Salih Xilo zehmetiyên koçberiyê û alîkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ji wan re wiha tîne ser ziman: "Di encama dagirkirina Efrînê de em koçberî Şehbayê bûn û me jiyana xwe ji nû ve ava kir. Rewşa koçberiyê ji bo me pir zehmet bû, ji ber axa me hatibû talankirin û warên me hatibûn xerakirin. Rûxmê ewqas azar hene, lê me dev ji berxwedana xwe berneda û bi alîkariya Rêveberiya Xweser me car din jiyana xwe li Şehbayê ava kir. Em rêxistinên mafê mirovan û navneteweyî bi tundî şermezar dikin, ji ber alîkariya me nekirin û li hember dagirkeriya tirkiyeyê bêdeng man. Lê Rêveberiya Xweser êşa me bi me re jiya û piştgiriya berxwedana me kirin. Ruxmê hemû astengiyan em dev ji berxwedana xwe bernadin û heya ku em Efrînê rizgar bikin em ê têbikoşin."
 
'Bi saya Rêveberiya Xweser zehmetiyên koçberiyê kêm dibin'
 
Fîdan Mihemed Osman jî zehmetiyên koçberiyê bi van gotinan anî ziman: "Koçberbûyin pir bi êş e, ji ber tu li ber çavê hemû cîhanê koçber dibe, lê tu rêxistinên mafên mirovan dengê xwe nakin û berovajî vê piştgirîyê didin dijmin. Ev yek jî êşa koçberiyê zêde dike, lê me çiqas êşên kûr jiyabe jî, me dev ji doza xwe berneda û di her kêliya jiyana xwe de me berxwedan esas girt. Ji ber wê bi hebûna Rêveberiya Xweser, êş û zehmetiyên koçberiyê kêm dibe. Di nava vê zehmetiyê de Rêveberiya Xweser destê xwe dirêjî me kir û me xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Hêvî û daxwazê me ew e ku axa me ji dagirkeriyê rizgar bibe û em cardin vegerin."