ROJEVA 13'YÊ ÇILEYA 2021'Ê

  • 09:00 13 Çile 2021
  • Rojev
*Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Efrînê Heyhan Elî di derbarê qetilkirin û revandina jinan a li Efrînê ya di sala 2020'an de da zanîn ku di sala 2020'an de li Efrînê 92 jin hatine revandin û 9 jin hatine qetilkirin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Komîteya Kar û Barên Civakî û jinên Efrînê têkildarî rewşa koçberî û alikariya Rêveberiya Xweser a ji gel re nirxandin kirin. Jinan dan zanîn ku bi hebûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êş û zehmetiyên koçberiyê kêm dibin. DÎMEN HEYE
 
*Malbatên ku zarokên wan di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine, bangawazî kirin gotin bila guh bidin daxwazên girtiyan. Malbatan da zanîn ku dê li derve bibin dengê girtiyan. BI DÎMEN 
 
*Çalekvana TJA’yê Gulîzar Îpek têkildarê berdewamkirina kampanya "Em xwe diparêzin" got: “Çawa me sala 2020’î kir sala serhildana jinan em ê îsal ji li dijî tecrîtê serî rakin. Em jin tecrîtê qebûl nakin û em ê bi rêxistinek xurt re tecrîtê têk bibin. Ji ber ku çareserî li îmraliyê ye.” BI DÎMEN
 
*Jinên ciwan ên li Xanesorê di nava xebatên çand û hunerê de cih digirin û bang li ciwanên êzidî kirin û gotin: "Divê jinên ciwan di nava xebatên çand û hunerê de xwe bi rêxistin bikin. Xwebirêxistin xwedî li derketina dîrok û çandê ye." BI DÎMEN
 
*Jinên ku ji bo yekitiya neteweyî a kurd bang kirin gotin ku li dijî êrîşên li ser kurdan yekitiya netweyî wekî mertal e. Bila dayik destên hev bigirin û ji bo yekitiyê têkoşînê mezin bikin. DÎMEN HEYE     
 
*Malbatên girtiyên ku cezayên wan qediyane û divê bên tahliyekirin, diyar kirin ku li zarokên wan poşmanî tê ferzkirin û gotin: "Em cem zarokên xwe ne û tu aliyê wê yê hiqûqî nîne. Em banga piştgiriyê li raya giştî dikin." BI DÎMEN 
 
*Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan daye destpêkirin di roja 48’emîn de didome. Hunermend Nuarîn û Denîz Deman gotin daxwazên girtiyan gelek girîngin û helwesta hikûmetê ya li dijî grevan nayê qebûlkirin. Hunermendan got divê demildest daxwaz bên qebûlkirin û em bibin dengê girtiyan. DÎMEN HEYE
 
*Şahiya salvegera Kongreya Star wê li Kobanê bê lidarxistin.  (11.00)
 
*Çalakiya konê ji bo piştgiriya berxwedana zindanan a li Qamişloyê dê bidome. (10.00)
 
*Danişîna Osman Ç.  wê li 5'emîn Dadgeha Mêrdînê ya Giran were dîtin. (11.00)
 
*5’emîn Danişîna  Doza Hevşaredara Dêrika Mêrdînê ya HDP’ê Mulkiye Esmez ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û piştre jî bi îdaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê were dîtin. (14.00)
 
** TJA'ê derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de, wê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)