Êzidiyên Efrînê ji bo salvegera êrîşan semîner dan

  • 16:49 12 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Yekîtiya Êzidiyan Herêma Efrînê bi nêzîbûna salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê semînerek li dar xistin. 
 
Bi nêzîbûna salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku 20'ê çileya 2018'an de bû, Yekîtiya Êzidiyan Herêma Efrînê semîner dan. Semîner li hola Çand û Hûnera Kantona Şehbayê ya navçeya Fafînê bi beşdarbûna Kongreya Star, EndamênYekîtiya Êzidiyan, Nûnerên Rêveberiya Xweser û Nûnerên Partiyên Siyasî hate dayin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan li Herêma Efrînê Sûad Hiso axaftin kir. Sûad êrîşên  dewleta tirk ên li ser Efrînê bi bîr xist û ev yek got: "Bêdengiya cîhanê ya li hember kiryarên dewleta tirk ên di derheqê mirovan de hevkariya wan dide diyarkirin. Hedefgirtina dewleta tirk a li dijî çanda Efrînê, hovîtiya wan a ji bo helandina dîroka civakan dide nîşandan. Heta roja îro jî em li dijî qirkirinê li ber xwe didin û dê tenê serkeftin armancên me bin." 
 
Piştî axaftinê, Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Mistefa Nebo dest bi semînerê kir. Mistefa bal kişand ser çand û dîroka Êzidiyan û ev tişt got: “Kurdên Êzidî xwedî dîrok û çandeke dewlemend in, ji bo wê her rastî êrîşên dijminan hatine. Di dema rêjîma BAAS’ê de jî Êzidiyên Efrînê ji gelek mafên xwe bê par bûn. Ji mafê xwe yê jiyana bi rengê xwe dûr ketibûn û nikarîbûn şahî, pîrozbahî û cejnên xwe pîroz bikin.”
 
Mistefa di dewamiya semînerê de destnîşan kir ku guhertin bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ji bo Kurdên Êzidî çêbûne û wiha pê de çû: “Bi şoreşê re êdî Êzidî bûn xwedî maf û hebûn. Di nava sîstema Rêveberiya Xweser de mirovên Êzidî dikarîbûn bi çanda xwe bijîn. Em dikarin bêjin sîstemên desthilatdar me qebûl nakin, ji bo wê her xwestin Kurdên Êzidî qir bikin.”
 
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.